Li Helebê panela siyaseta li dijî jinan û 8’ê Adarê tê lidarxistin 2024-03-02 14:02:42       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebê siyaset-êrişên li dijî jinan û wateya berxwedana 8’ê Adarê di panelekê de têne nîqaşkirin.   Panel di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê yên ku bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" tên organîzekirin de ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li Xwaringeha Talêt Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.   Di panela ku jinên ji bajarên cuda yên Sûriyeyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlê dibin de nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî amade bûn.   Di panelê de dê li ser mijarên "8’ê Adarê roja berxwedanê" û "Siyaset û binpêkirinên li dijî jinan" nîqaş bên meşandin.