Li Bedlîsê starta 8'ê Adarê hat dayîn 2024-03-02 13:58:06       BEDLÎS - Li Bedlîsê TJA starta xebatên 8'ê Adarê bi dirûşma “Her DEM berxwedan, her DEM azadî" da.    Tevgera Jinên Azad (TJA), li taxa Husrev Paşa a Bedlîsê starta xebatên 8'ê Adarê bi daxuyaniyeke capemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin jiyan azadî re ber bi 8'ê Adarê ve' hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Bêrîvan Canbey ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de dîroka 8'ê Adarê hat gotin û behsa polîtîkayên şerê taybet a li herêmê tê meşandin hat kirin. Di daxuyaniyê de jinan bang li jinan kir ku bi motîvasyona 8'ê Adarê dê li dora agirê Newrozê kom bibin.    Jinan banga tevlîbûna li çalakiyên 8'ê Adarê li jinên Bedlîsê kir.    Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.