Ji ber qeyrana AKP’ê mirov ji neçarî koçber dibin! 2024-03-02 09:04:14         Rojda Aydin   AGIRÎ - Li Agirî û navçeyên wê ji ber qeyrana aborî şert û mercên jiyanê dijwar dibin û AKP ya ku 19 sal û nîv e şaredariyê bi rê ve dibe, ji bo gel tiştek nekiriye. Li aliyê din hat diyarkirin ku li Agirî û navçeyên wê nêzî 50 hezar kes ji ber bêkariyê koçberî dervê welat bûne.   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demekê kurt ma. Bi nêzbûna hilbijartinê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) jî lez da kar û xebatên xwe yên hilbijartinê û di vê çarçoveyê de mal bi mal, tax bi tax û gund  digere. Namzetên şaredariyê yên Agiriyê û navçeyên wê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dimeşînin, her cihê ku diçinê bi coş tên pêşwazîkirin.   Li Agirî û navçeyên wê jî çavkaniya jiyanê sewalkarî û çandinî ye û ji ber qeyranê welatî nema dikarin sewalkarî û çandiniyê bikin. Li bajêr û û navçeyên wê jin ji ber bêkariyê yan nikarin bixebitin yan jî bi “ bi heqdestekî kêm” dixebitin. Hikûmeta AKP’ê ya 19 sal û nîv e qadên xebatê yên jin û ciwanan ava nekir, saziyên çandê û jinan jî girt. Herwiha qeyrana aborî ya ku pirsgirêkên cidî bi xwe re tîne, welatiyan neçar dike ku koçberî bajarên metrepolan bibin. Di heman demê de hat diyarkirin ku di nava 3-4 salên borî de nêzîkî 50 hezar kes ji ber bêkariyê koçberî derveyê welêt bûne.   Hikûmeta AKP’ê ku di salên 2016 û 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê  (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, heta niha ji bo civakê tiştek nekiriye. Me rêjeya dengên partiyên siyasî yên Agirî û navçeyên wê di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de dan ber hev.   Agirî û giştiya navçeyan   Li Agirî û navçeyên wê di sala 2014’an de ji 161 hezar hilbijêran 124 hezar û 148 hilbijêran dengê xwe bikar anîn. BDP'ê bi rêjeya ji sedî 45,07’an ango 53 hezar û 581 deng girt. AKP bi rêjeya ji sedî 38,04’an ango 45 hezar û 220 deng girt. Ji aliyeke din ve ji bo Meclîsa Giştî ya Navendî jî ji 288 hezar û 429 dengdêran 223 hezar û 239 dengdêran deng bi kar anîn. BDP’ê bi rêjeya ji sedî 46,69’an ango 100 hezar û 248 deng girt. AKP’ê jî bi rêjeya ji sedî 34,15’an ango 73 hezar û 321 deng girt.   2014’an de li Agiriyê hilbijartina duyem   Di hilbijartina duyemîn de ku di sala 2014’an de li navenda Agiriyê hat betalkirin û ji nû ve hat lidarxistin, BDP’ê bi rêjeya ji sedî 51’ê ango 23 hezar û 238 dengan, AKP’ê jî bi rêjeya ji sedî 45,40’î ango 20 hezar û 690 deng stend.   Hilbijartinên 2019’an   Ji bo hilbijartinên şaredariyê yên sala 2019’an de ji 177 hezar û 510 hilbijêran 133 hezar û 318 hilbijêran deng bikar anîn. HDP’ê bi rêjeya ji sedî 43,86’an 55 hezar û 363 deng girt. AKP’ê bi rêjeya ji sedî 39,22’an ango 49 hezar û 508 deng girt. Ji bo Meclîsa Giştî ya Navendî jî ji 301 hezar û 706 hilbijêran 231 hezar hilbijêran deng bi kar anîn. HDP’ê bi rêjeya ji sedî 45,21’ê ango 99 hezar û 099 dengan, ji sedî 37,54’an jî AKP’ê 82 hezar û 287 deng girt.   BDP’ê di hilbijartinên 2019’an de li gorî hilbijartinên 2014’an ji sedî 14,09 kêm kiriye.   314 hezar û 350 hilbijêr dê biçin ser sindoqan   Li aliyê din di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Agirî, navçe û gundên wê dê 314 hezar û 350 hilbijêr biçin ser sindoqan.   Cihên ku dê sindoq lê bên danîn   Li navenda Agiriyê li 124 tax û gundan li 125 dibistanan dê 350 sindoq bên danîn. Li Giyadînê li 69 tax û gundên dê li 68 dibistanan 110 sindoq bên danîn. Li Bazîdê li 99 gund û taxan dê li 91 dibistanan 255 sindoq bên danîn. Li Zêdkan wê li 75 tax û gundan li 73 dibistanan 101 sindoq bên danîn. Li Xemûrê li 50 tax û gundan li 49 dibistanan 55 sindoqên dengdanê bên danîn. Li Panosê li 121 tax û gundên wê li 121 dibistanan 252 sindoq bên danîn. Li 41 tax û gundên Avkevirê li 40 dibistanan dê 58 sindoq bên danîn. Li Tûtaxê wê 85 tax û gundan li 86 dibistanan 100 sindoq bên danîn.    Hilbijêrên bitevger   Ji aliyê din ve li Agirî û navçeyên wê ku komîsyonên berpirsê dengderên bitevger hatin avakirin, li hemû navend û navçeyan jimareyên telefonên ku dengderên bitevger bikaribin bigihêjin hatin diyarkirin. Dîmenên ku ji bo hilbijêrên bitevger tên amadekirin, li ser hesabên medyaya dîjîtal tên belavkirin. Li aliyê din broşurên ji aliyê DEM Partiyê ve tên amadekirin, broşur ji gel re tên belavkirin. Li standên ku li navendên bajar û navçeyan hatine vekirin, ji bo bigihêjin hilbijêrên bitevger form tên dagirtin, di lêkolînên taxan ku li malan serdan tên dixwazin tespîtk bikin bê ka ku hilbijarên bi tevger hene an na. Di heman demê de Rêxistina Navenda Agirî ya DEM Partiyê diyar kir ku hilbijêrên bitevger dikarin serî li komîsyonên navend û navçeyan bidin û li bajarên xwe deng bi kar bînin.   Hejmarên pêwendiya ji bo dengderên bi tevger ên navend û navçeyan wiha ne;   * Agirî: 0501 101 36 45,0552 697 55 50   * Bazîd: 0544 527 81 54, 0541 786 79 53   * Panos: 0546 570 65 12   * Zêdkan: 0531 341 41 95, 0543 211 05 70   * Tutax:  0542 712 31 09, 0546 244 81 42   * Avkevir: 0533 491 73 88, 0537 048 04 95   * Giyadîn: 0537 429 85 52, 0534 669 68 98   * Xemûr: 0538 347 01 17, 0535 266 96 76