Li Nobeda Edaletê çalakiya 8'ê Adarê 2024-03-01 15:58:33       MÊRDÎN - Li Merdînê li Nobeda Edaletê îro ji bo dayikan çalakiya 8'ê Adarê hat lidarxistin.   Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, di roja 86’an de didome. Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê lidarxistin, bi girseyî tê ziyaretkirin.   Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re, Tevgarê Jinên Azad (TJA) îro di çarçoveya çalakiyên ku hatin lidarxistin de li Nobeda Edaletê ji bo dayikan govend dengbêj hatin huhdarîkirin û gelek jin tevli çalakiyê bûn.,Parlamentera Merdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Pasrtî) Bêrîtan Guneş û Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî amade bûn. Di çalakiya ku Platforma Jinan a Şahmaran jî tevlî bû de Navenda Çanda Mezopotamyayê bi stranên xwe coşa çalakvanan zêde kir.   Devrîm Demir stran got   Dema stran hatin gotin dayikan gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxedanan zindanan" berz kirin. Namzeta Hevşaredarê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demî jî li dû stranên NÇM'ê strana bi strana  "Tu ki yî" ya ku berê ji bo jinan nivîsandibû û pêşkêş kiribû got.   Jinan jî bi tilîliyan bersiv dan stranan, piştî stranan dayikan jî sranên dengbêjan gotin.