Ji ÎHD'ê rûniştina 'Jin aştiyê dixwazin' 2024-03-01 15:35:26     WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çalakiya xwe ya Nobeta Aştiyê ya vê mehê de rûniştina "Jin aştiyê dixwazin" li dar xist.    Şaxa ÎHD'ê ya Wanê bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çalakiya xwe ya Nobeta Aştiyê ya vê mehê de rûniştina "Jin aştiyê dixwazin" li dar xist.    Endama ÎHD'ê ya Wanê Ayten Kiran a metna çapemeniyê xwend bal kişand ser tundiya li ser jinan a di şer de.    Aytenê da zanîn şerê li Kurdistanê bandorê li ser jinan dike û got gelek jin bi vî hawî tên mexdûrkirin. Aytenê bal kişand ser zimanê tundiyê yê dewletê û got gelek cih ji bo jinan ne ewle ne.    Aytenê da zanîn nêzîkatiya li hember koçberan jî talûke ye û got di pevçûnan de tu çareya jinan a ji aştiyê wêdetir tune ye.    Aytenê da zanîn ew wekî komele her dem aştiyê diparêzin û got wê di 16-17'ê Adarê de li Amedê Konferansa Aştiyê li dar bixin.    Aytenê da zanîn ew ê Konferansa Aştiyê li dar bixin û banga destpêkirina pêvajoya nû kir.