'Em ê qeyûman bişînin' 2024-03-01 09:06:33     Zelal Tunç   WAN - Namzeta Hevşaredariya Ebexê Şengul Polat da zanîn wê gelek projeyên xwe yên derbarê jinan de bi DEM Partiyê pênase bikin û got:"Em bang li jin û welatiyên Ebexê dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin û di hilbijartinên 31'ê Adarê de li dora partiya xwe kom bibin."   Hevşaredara DEM Partiyê ya Ebexê Şengul Polat li ser pirsgirêk, çareserî û pêşniyarên ji bo Ebexê axivî. Şengulê got:""Îradeya gel tune hat hesibandin û qeyûm hatin tayinkirin. Jinên Ebexê bi têkoşîna xwe tên naskirin. Em bang li jin û welatiyên Ebexê dikin ku ji bo bersiva qeyûman bidin li dora partiya xwe bên gel hevdu."   Şengulê di destpêkê de da zanîn ew di 1980'ê de li Ebexê ji dayik bûye û di 2009'an de bi endamtiya şaredariyê têkoşîn nas kiriye. Her wiha Şengulê di 2019'an de wekî hevşaredara Ebexê hat hilbijartin û piştî 6 mehan şûnde qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di hilbijartinên 2024'an de got ez namzeta hevşaredariya Ebexê me.    'Gelek ciwanan dema bazirganiya sînor dikirin hatin qetilkirin'   Şengulê da zanîn Ebexê di warê dîrokê de malovantiya gelek şaristaniyan kiriye û wiha pê de çû:"Di heman demê de navenda Rêya Armûşê ya dîrokî ye. Lê belê di salên dawî de polîtîkayên dewletê yên taybet li ser Ebexê heye. Paceyên Periyan ê bi navê ‘Vanadokya’ li Tirkiyeyê tenê li Ebex û Kapadokyayê heye. Her wiha em dikarin tranventerên li Denizliyê li Ebexê jî bibînin. Li gel vêya divê Ebex bi hatin tûristan di rojê ve ba lê belê kes ji vir koç dikin. Cîranê sînorê Îranê ye û li vir ciwan bi bazirganiyê debara xwe dike. Berê di warê ajalvanî û cotkariyê de li pêş bû lê niha bi paşde çûye. Bazirganiya sînor hatiye sekinandin. Ev polîkayên taybet e. Gelek ciwanan dema bazirganiya sînor dikirin hatin qetilkirin."   'Qadên jiyanê yên jinan tune ne'   Şengulê da zanîn li Ebexê ji bo jinan qadên jiyanê tune ne û wiha got:"Jin hem ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê civakî ve li malê hatine hepiskirin. Di sala 2019'an de dema me şaredarî girt gelek jin bûn xwedî kar. Di sala 2014 û 2016'an de bi awayekî biçûk be jî ji jinan re qadek vebû lê piştî qeyûm qad li jinan teng bû. Profîleke ku jin pêdiviya wan bi alîkariya civakî heye derxistin holê. Îktidar bi alîkariya civakî dixwaze jinan tenê bi xwe girê bide. Bi van polîtîkayana dixwazin jinan bê hilm bihêlin."   'Welatiyên navçeyê xwedî li pergala hevserokatiyê derketin'   Şengulê da zanîn da zanîn dema şaredarî bi dest xistin jinan êdî dikaribûn bihatana û derdê xwe pirsgirêkên xwe bianîna ziman û wiha got:"Piştî pergala hevserokatiyê ket meriyetê jinan dîtin ku ew dikarin bibin xwediyê gotinê. Jinan muxatabek li şaredariyan dîtin. Me jî bi fikra paradîgmaya azadiya jinan û demokratîk xebatên xwe esas girtin. Mudurtiyên jinan komisyonên wekheviyê yên jin û mêran meclîsên jinan hatin vekirin. Me bi vê yekê sîstema ku em bikaribin bigihêjin her qadê ava kir."   Me gelek proje xistin meriyetê    Şengulê da zanîn di sala 2014'an de bi HDP'ê re bi pergala hevserokatiyê şaredarî bi dengekî mezin qezenc kirine û wiha got:"Di wê pêvajoyê de me projeya xana kar a jinan kir meriyetê. Ji bo jinan me mala mêvandariyê ya jinan vekir. Ji bo jin ne tenê li malê li derve jî demê derbas bikin me projeya parkê kir meriyetê. Ji sala 2019'an ji bo jin hîn bibin projeya me ya qursên pîşeyê hebûn. Ji ber qeyûm hatin tayinkirin ev projeyên me neketin meriyetê. Me projeya hawizê avjeniyê kir meriyetê. Lê piştî ku qeyûm hat tayinkirin jinan fêde jê girtin em nizanin.Me gelek proje xistin meriyetê. "   'Wê jin bikaribin li her qadê bixebitin!   Şengulê da zanîn wê di destpêkê de şaredariyan ji qeyûman bigirin û projeyên nêvî mane têxin meriyetê û got:"Em dixwazin jin li her qadê cihê xwe bigirin. Em naxwazin jin tenê nan bipêjin, em naxwazin jin tenê karê neqişandinê û karê malê bikin. Çima jinek nebe operatora kepçeyê yan jî agirkuj. Em qursên ku jin bikaribin xweparastina xwe bikin meriyetê. Jinên ku di her kêliyên jiyana xwe de bi tundiyê rû bi rû dimînin hene.Loma qursên jin pê bikaribin parastina xwe bikin dikare bên vekirin. Dema em şaredariyan bi dest bixin karê me yê ewil wê ew be ku em bi jinên li her qadê bibin yek bên gel hevdu û projeyan ava bikin."   'Bila welatiyên Ebexê di dora partiya xwe bên gel hevdu'   Şengulê dan zanîn ji bo welatiyên Ebexê bersivê polîtîkayên qeyûman bila li dora partiya xwe kom bibin û wiha got:"Îradeya gel tune hat hesibandin û qeyûm hatin tayinkirin. Jinên Ebexê bi têkoşîna xwe tên naskirin. Em bang li jin û welatiyên Ebexê dikin ku ji bo bersiva qeyûman bidin li dora partiya xwe bên gel hevdu."