'Em ê her kolana Mûşê veguherînin qada jiyanê' 2024-03-01 09:02:30     Elfazî Toral   MÛŞ - Namzeta Hevşaredariyê ya Mûşê ya DEM Partiyê Tuba Sayilgan, diyar kir ku ew bi îlhama ji pergala hevserokatiyê girtiye bûye namzet û got, “Ez weke jineke ji nava gel ku di qada tenduristiyê de dixebitim, bûm namzet. ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, em ê her kolana Mûşê veguherînim qadên jiyanê yên jinan."   Di dîroka civakan de jin jî weke Kurd û gelek nasnameyên din di nava wan kesên ku tên paşguhkirin, çewisandin û nasnameya wan tê înkarkirin e. Li Mûşê jî wekî li her derê deng, reng û nasnameya jinan tê piştguhkirin, bi taybetî li malên xwe û heta li kolanan nikarin xwe bi rihetî îfade bikin. Namzeta Hevşaredariyê Mûşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya gelan (DEM Partî) Tuba Sayilgan têkildarî projeyên xwe yên bi pergala hevşaredariyê re û ji bo jinên Mûşê modela jiyanê ya çawa dê p pêk bînin ji JINNEWS’ê re axivî.   'Tevî hemû zextan jî ez bi ser ketim'   Tuba Sayilgan a di sala 1993'an de li gundê Hêting (Înardî) yê navenda Mûşê ji dayik bû, diyar kir ku dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Mûşê dewam kiriye. Tuba diyar kir ku di sala 2019an de li Beşa Dermansaziyê ya Zanîngeha Mêrsînê qezenc kiriye, di vê pêvajoyê de di sektora taybet de xebitiye û di dema xebatê de gelek zahmetî dîtine. Tuba, anî ziman ku piştî van zehmetiyan zanîngeh qedandiye û li Mûşê dermanxane vekiriye û wiha got, "Gelek kes hebûn ku digotin hûn nikarin bikin, Lê min got ez dikarim her tiştî bikim û biryar da ku ez bikim."   Ji pergala hevserokatiyê îlham girt!   Tûba got, "Nêzî 3 sal in ez bi xwe karê xwe dikim" û anî ziman ku weke jineke tendurustvan bi awayekî zelaltir bûye şahidê pirsgirêkên jinan. Tuba  wiha dewam kir, “Pisporiya min tenduristiyê bû sedem ku ez pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan bibînim. Vê hişt ku ez ji nêz ve şahidiya van pirsgirêkan  bikim. Min xwest ez bikaribim bersiva pirsgirêkên jinan bidim û pêkanîna sîstema hevserokatiya  DEM Partiyê  jî ez gelek bandor kirim. Siyaseteke ku min pejirand û wate dayê. Ji bo min bû rêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û îfadekirina wan. “Min ji ber pirsgirêka bingehîn a jinan biryar da ku bibim namzede hevşaredariyê."   Kesek ji gel e   Tûba anî ziman ku hem pirsgirêkên nasnameya jinê û hem jî bi pirsgirêkên nasnameya kurd re rû bi rû maye û wê ji ber vê pergala hevserokatiyê pejirandiye û jê feyz girtiye û ev tişt anî ziman: "Ez  weke kesek ji gel dixwazim îspat bikim ku jin dikarin di rêveberiyê de cih bigirin û nîşan bidim ku ez dikarim tiştekî bikim. Sîstemek heye ku jinan di nava malan de dihêle û di warê aborî de jî neçar dike. Ev sîtem jinan li malê hepis dike. Jin li malên xwe asê mane û cihê xwe îfadekirinê nabînin. Lê em dibêjin ku jin dikarin  xweseriya xwe ya aborî bi dest bixin û di rêveberiyê de hebin. Ev hêz bi jinê re heye. Em vê hêzê di jinên li Mûşê de jî dibînin."   'Em ê her kolana Mûşê veguherînin qada jiyanê'   Tûba diyar kir ku piştî bi pergala hevserokatiyê şaredariyên xwe careke din bi dest bxin ew ê şaredartiyeke ku jinan dibîne jiyanî bikin û wiha berdewam kir, “Çawa ku mêr dikarin li her derê di kooperatîfên ku em ê ava bikin de cih bigirin, wê jin jî li wir cih bigirin. Em ê hem çandiniyê hem jî  ji kargehên xalîçeçeçêkirinê rizgar bikin. Em dixwazin jin di her qada jiyanê de cih bigirin û bibin xwedî her pîşe. Em dibêjin bila jin hêza xwe bibînin û bigihîjin serxwebûna xwe ya aborî. Li Mûşê ji bo zarok û ciwanan xebat nayên kirin. Em ê qadên civakî, navendên çandê yên ciwanan vekin, ji bo jin û zarok, kursên zimanê dayikê, şano û kursên lîstikên gelerî vekin. Bi vî awayî, em plan dikin ku ciwanên xwe ji tiştên bi xeter biparêzin."   'Dê guhertineke girseyî pêk were'   Tuba, anî ziman ku dewlet hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê guh nade zimanê kurdî û polîtîkayên bişaftinê didomînin û got, "Li Mûşê kurdî tune tê hesibandin. Em ê li hemberî vê têbikoşin.  "Em ê li hemberî van polîtîkayên ku hewl didin zimanê me tine bikin bi ser bikevin. Em ê derî bi derî û kolan bi kolan bigerin û bixebitin. Her kesê ku guhertinê bibîne dê bersiva me erênî bide. Ji ber ku dema civak guhertinê bibîne dê bi me re bimeşe. Em di wê baweriyê de ne ku dê guhertineke girseyî pêk were. Rêveberiyên herêmî û giştî jî wê bibînin ku dikarin bi pêş ve biçin û çi ji destê wan bê dê bikin."   Ew ê li ser xalên hevpar bi raya giştî re hevdîtinê bikin!   Tûbayê, anî ziman ku li tevahiya bajêr plansaziya avakirina "Hevgirtina jinan" û "malên şêwirmendiyê" dikin û wiha dewam kir: "Jixwe tundî zêde dibe. Li Mûşê li dijî tundiya mêran tu xebateke rêveberiyên herêmî nayê dîtin.  Ji ber wê jî tundî her ku diçe zêde dibe.Em amade ne ku li dijî vê tundiyê  çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li gel xetên şîdetê yên Alo xetên hevgirtina jinan aktîf bikin. Tundî, şer, birçîbûn, xizanî, li cîhanê û li welatê me  gelek zêde bûye. Li dijî van divê em xebatên xwe zêde bikin. Ji bo vê jî rêveberiyên herêmî girîngin.Em ê di hemû astan de bi gelê xwe re li ser xalên hevpar bicivin."