Nobeta li Îzmîrê bi serdanan didome 2024-02-29 16:00:04         ÎZMÎR - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li navçeya Bayrakli û Karabaglara Îzmîrê bi serdanan didome. Di çalakiyê de carek din banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.    36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin di roja 31'an de didome. Nobeta li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeyên Bayrakli û Karabaglarê didome.   Karabaglar   Nobeda ku li avahiya DEM Partî ya Karabaglarê didome bi serdanan didome. Îro rêveberên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên saziyên sivil sedana çalakvanan kir. Di çalakiyê de qala binpêkirina mafên girtiyan hat kirin û hat diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin.    Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.   Bayrakli    Nobeda Edaletê li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Bayrakliyê bi serdanan didome. Di çalakiya îro de peyama domandina çalakiyan hat dayîn û hat gotin ku dê heta têkbirîna tecrîdê di nav berxwedanê de bin.   Nobet bi stranan berdewam kir.