Ji girtiyên jin re qertên 8'ê Adarê hatin şandin 2024-02-29 15:34:23       STENBOL - TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şand.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeyên Bagcilar û Kuçukçekmeceyê ji bo jinên girtî qert amade kir.    Qertên hatin amadekirin, bi rêya PTT’ê ji girtîgehan re hatin şandin. Piştî şandina qertan, jinan ji bo tevlibûna “Hevdîtina Jinan a Mezin” a ku dê di 3’yê adarê de li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê were lidarxistin bang kirin.