Li dijî qeyûman li berxwe da: Wê niha ji bo Şirnexê li berxwe bide! 2024-02-29 09:01:24     Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta Hevşaredariya Şirnexê Bêrîvan Kutlu ya ku ji temenê biçûk de ye têkoşîna xwe didomîne da zanîn wê projeyên ku jinan tevlî jiyanê dikin bixin meriyetê.    Bi awayekî sîstematîk li Kurdistanê polîtîkayên tunekirinê di meriyetê de ne. Polîtîkayên qeyûman jî ji vê yekê re xizmetê dikin. Bi tayinkirina qeyûman re berê saziyên jinan hatin girtin. Polîtîkayên şerê taybet dikevin meriyetê fuhuş, bikaranîna hişbirê li ser gelê kurd tên ferzkirin.    Li dijî van polîtîkayana welatiyên li Şirnexê berwedana xwe dewam dikin û di hilbijartinan de îddia dikin wê qeyûman bişînin.    Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu pirsgirêkên bajêr û projeyên xwe ji JINNEWS'ê re rave kir.    Bêrîvanê di 1985'an de li Navyana Şexa ji dayik dibe û hîn di temenê biçûk de ji axa xwe tê qutkirin û li Silopiyê bi cih dibe. Heta 14 saliya xwe bi malbata xwe re li Silopiyê dimîne û ji ber malbata wê welatparêz e zû têkoşînê nas dike, di nav de cih digire. Di sala 2002'yan de partiya siyasî nas dike. Tevî temenê biçûk jî tevli xebatên kolanan dibe. Di 2014'an de jî tevli xebatên ciwanan dibe. Bêrîvanê di 2007'an de di xebatên Meclîsa Jinên Ciwan de cih digire. Di 2010'an de di partiya siyasî de hevserokatiyê dike û di 2011'an de vê carê bi çarçoveya operasyonên KCK'ê tê girtin. Wê demê salek û 7 mehan di girtîgehê de dimîne. Bêrîvanê piştî tehliye dibe dîsa di nava xebatan de cih digire.    Li du herêmên lê hat hilbijartin qeyûm hatin tayinkirin   Bêrîvanê di 2014'an de li Dêrgulê bû hevşara şaredariyê û di peywira wê ya sala duyem de qeyûm tayînî dewsa wê bû. Cara sisiyan hat girtin. 7 meh û 20 rojî di girtîgehê de ma. Tevî hemû zextan wê têkoşîna xwe dewam kir. Bêrîvana di bin banê HDP'ê de xebatên  xwe dewam dike vê carê di 2019'an de ji bo hevşaredariya Cizîrê tê hilbijartin. Bêrîvanê 5 mehan li vir kar dike lê piştre dîsa qeyûm tên tayinkirin. Bêrîvana tevî qeyûman jî xebatên xwe li Cizîrê dewam kir vê carê wekî namzeta hevşaredariya Şirnexê hat hilbijartin.    'Tê xwestin erdnîgarî û çand bên tunekirin'   Bêrîvanê da zanîn gelek polîtîka li ser jin, zarokan tên meşandin û wiha lê zêde kir:"Şirnex ji bo kurdan û ji bo partiyên siyasî cihekî girîng e. Sekin û nasnameya gelê Şirnexê diyar e. Ji dîrokê heta niha li Botanê zextên zêde hene. Ev zext îro jî dewam dikin. Tevî hemû zextan gelê Şirnexê dev ji sekna xwe berneda. Loma jî polîtîkayên herî qirêj li ser vî gelî tê ceribandin. Dixwazin nasnameya gelê Şirnexê asîmîle bikin. Ev li ber çavan e. Wexta qeyûmên AKP'ê hatin ji bo vî gelî tiştek nehat kirin. Pirsgirêkên av û rê yên vî bajarî hene. Ji bo ciwanan qad tune ye. Sîstem dixwaze gel teslîmî wan bibe. Ji ber gelê Şirnexê vêya qebûl nake loma jî ji xizmetê jî tên mehrûmkirin."   'Dixwazin civakeke bêhilm maye biafirînin'   Bêrîvanê da zanîn tê xwestin gel bê hilm bimîne û wiha pê de çû:"Di hilbijartinê de gelê Şirnexê her çiqas li îradeya xwe xwedî derketibe jî ji ber lîstikên hatin lîstin îradeya gel hat xespkirin û gel jî ev yek qebûl nekir. Dixwazin gelê Şirnexê bêrûmet bikin. Yek ji mînaka vêya ya şênber jî ji bo jinan tu xebat nayê kirin. Jin çi dikin bi çi mijûl dibin ? Tu gaveke derbarê ve tune ye. Li gor wan divê jin li malê li zarokan binêrin û karê malê bikin, pêdiviya wan ji perwerdeyê tune ye û pêdiviya jinan li gor wan ji cihekî lê rûnên tune ye. Ev rewş ne tenê ji bo jinan ji bo ciwanan jî derbas dibe. Dixwazin civakeke bêhilm maye biafirînin. Dixwazin ciwan ji çanda xwe û ji zimanê xwe dûr bikevin."   Projeyên li Şirnexê   Bêrîvanê herî dawî projeyên xwe wiha eşkere kir:"Dema em şaredariyê bigirin di destpêkê de em ê navendên piştevaniya bi jinan re vekin. Em ê cihên perwerde, tendirustî, çandî vekin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet em ê bixebitin. Em ê ji bo zarokan li kolanan kreşan vekin. Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê qadên çandê vekin. Em ê hewl bidin ciwan di nava çanda xwe de bin. Em ê ciwanên xwe ji madeyên zirarê dide wan dûr bixînin. Ji bo vê jî em ê cihên tedawî û perwerdeyê vekin. Em ê li dijî fuhuşê jî heman tiştî bikin. Dema em ketin nava siyasetê me barekî giran hilgirt, em ê li dijî polîtîkayên tunekirina civakê li berxwe bidin. Em bi ser bikevin jî nekevin jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."