Li Çewligê starta xebatên 8'ê Adarê hat dayîn 2024-02-28 16:00:09     ÇEWLIG - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Çewligê û TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanan ên 8’ê Adarê dan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajaran bên lidarxistin didin. Di daxuyaniyên ku danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê hate xwendin de soza bilindkirina têkoşîna jinan hate dayîn.     Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Çewligê û TJA’yê starta çalakî û xwepêşandanan ên 8’ê Adarê dan. Rêxistina DBP’a Çewligê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, namzeta hevşaredariyê ya Çewligê Çîçek Arîç û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve em ji komkujiyên li dijî jinan re dibêjin bes e” hate vekirin.    Jinan di çalakiyê de qurdeleyên mor xistin berstûyê xwe û çîrokên Denîz Poyraz, Ozgecan Aslan, Îpek Er, Sakîne Kultur, Şule Çet, Rojwelat Kizmaz, Guldunya Tore, Jîna Emînî, Behiye Ecevît, Gulistan Doku û gelek jinên din ên hatine qetilkirin, neçarî întîharê hatin kirinan jî rastî destdirêjiyê hatin xwendin.    Piştre jî parlamenter Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Çîrokên jinan ên li vê derê hatine xwendin cuda ne lê xaleke hevpar ê tevekan heye. Ew jî ew e ku tevek jî di encama polîtîkayên pergala mêr-dewletê de hatine qetilkirin. Ber bi 8’ê Adarê ve jin dê li her qadê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku em jin endamên tevgera ku têkoşîna jinan, têkoşîna azadiya jinan mezin dike ne. Weke tevgera jinên kurd, weke TJA’iyan em ê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê têkoşîna xwe bidomînin. Dê jin tu caran serî li ber mêr-dewletê netewînin.”   Saliha bi bîr xist ku di nava 24 saetan de 8 jin hatine qetilkirin û got: “Sedema vê ev polîtîkaye ne.”