Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em serhildanê mezin bikin 2024-02-28 15:58:29     ŞIRNEX  - Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şirnexê dan. Li vir jinan soza mezinkirina têkoşîna hevpar dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şirnexê dan.    Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê û TJA’yê li navçeya Hezex a Şirnexê starta çalakiyên ku di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixin bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Jin bi cilên xwe yên herêmî tev li daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmeyên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” , “Ez kurdî dijîm” , “Jin jiyan azadî” , “Hêvî ji serkeftinê binirxtir e” hatin hilgirtin. Jinên ku beriya daxuyaniyê erbanê lêxistin û govend gerandin her tim dirûşma “jin jiyan azadî” berz kir. Pişt re daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk, danezana TJA’yê ya 8’ê Adarê xwend. Piştî danezan hate xwendin daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî têkoşîna jinan” bi dawî bû.