Nobeta Edaletê: Em tecrîdê qebûl nakin 2024-02-28 14:01:52     WAN - Di Nobeta Edaletê ya li Wanê 86 roj in dewam dike de peyama "Em tecrîdê qebûl nakin" hat dayin.    Nobeta Edaletê ya li Wanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 86'an de dewam kir. Aktivîstên TJA'yê, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tevli çalakiyê bûn.    'Em tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin'   Xeme Aydin a di nobetê de axivî wiha got:"Daxwaza zarokên me yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, daxwazên me ne. Em wekî dayik naxwazin êdî xwîn birije. Em aştiyê dixwazin. Ji bo aştî bê divê demildest Birêz Abdullah Ocalan bê berdan xeber jê bê girtin. Em tecrîdê qebûl nakin."   Piştî axaftinan nobetê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û bi stranan dewam kir.