Ji Çinarê bang kirin: Tefcrîd sûcê mirovahiyê ye 2024-02-27 18:43:47     AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di civîna gel a partiya xwe ya li navçeya Çinarê de axivî, got: “Tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye, divê demildest bê rakirin û birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe. "   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Amedê de çû navçeya Çinarê ya Amedê.. Di ketina navçeyê de gelek kesan TulayÊ û kesên pê re pêşwazî kir. Piştî karwaneke dirêj a wesayîtan girse gihaşt ber avahiya navçeyê.   Tulayê ku xîtabî bi hezaran kesên li vir kir beşdar silav kirin. Tualyê anî ziman ku ew ji Stenbolê hatine vir, li Esenyurtê bi beşdariya deh hezaran kes mîtîngek mezin li dar xistine û got: “Peyama bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hate dayîn. Em ji Xana Axparê careke din ji tevahî Tirkiyeyê re dibêjin ku tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Divê birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe."   Tulayê diyar kir ku ji girtîgehê silavên namzeta Hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak û silavên hevserokên giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di Doza Kobanê de girtî aniye û got ku dayikên Nobeda Edaletê ji Stenbolê silavên xwe şandine. Tulayê diyar kir ku ew ji bo hilbijartinê bênavber dixebitin û got: "Em ê di 31'ê Adarê de encameke wisa bi dest bixin ku yên şaredariyên me beton kirine wê bizanibin gelê kurd li vir e, kes nikare vîna gelê kurd bi betonê veşêre."   Tulayê diyar kir ku ew ê li dijî pergala tekparêz û nijadperest parastina wekheviya gelan bidomînin.   Tulayê got ku ew temînata ku ciwan li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin bi xwe ne û diyar kir ku çavkaniya debarê ya li vir çandinî û sewalkarî ye. Tulayê di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku cotkar û ajalvan li vir li dijî zilma DEDAŞ'ê ne û wiha got: "Em encax li cihekî ku cudakarî ew qas eşkere xuya dike dikarin li ber xwe bidin." Hatîmogullari diyar kir ku DEM Partî dê civînên xwe yên şaredariyan ji raya giştî re vekirî li dar bixe û li her taxê nûnerên xwe hebin û got: "Em ê li Kurdistanê xizmetê bi zimanê kurdî û tirkî û bi zimanên din bikin. Em ê ji wan kesên ku navên kolanên kurdî guherandin bibêjin de wê de û em ê wan bişînin qesrê."   Serkeftin serkeftin!   Tulayê diyar kir ku dê DEM Partî qadên îstîhdamê yên jinan ava bike û li taxan rêxistinbûna meclisa jinan xurttir bike û got: “Em hevalên Sêvê, Pakîze û Sakîneyan in. Em rêhevalê wan kesên ku dibêjin Jin jiyan azadî ne."   Tulayê anî ziman ku koçberî bi "Plana Çokşikandinê" pêk hatiye û wiha got: "Tenê derdê Çınarê ne bidestxistina şaredariyê ye. Em dizanin ku AKP'ê ji gelek deveran hilbijêr anîne. Divê hevalên me werin û li dijî rêbazên wan dengê xwe bidin."