Li Çiyayê Kizwanan civîna jinan 2024-02-27 15:38:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Îro di çarçoveya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" PYD li Çiyayê Kizwanan civînek li dar xist.   Rêzeçalakiyên der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin", di 24’ê Sibatê de ragihandibû, didome. Bi vê hemahengiyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan kesan civînek li dar xist.   Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî bi parvekirina sedema bûyîna 8’ê Adarê dest pê kir û wiha domand: "Li hemberî hişmendiya baviksalarî serî hildan û şoreş pêk hat. Çima em dibêjin em negihîştine wê azadiya ku em ji bo wê têdikoşin, ji ber ku jin azad bin mêr kole dimînin ji lewre armanca me ew e ku em civakeke azad bi jin û mêrên azad ava bikin. Bi berxwedana Avêsta û Barîn şoreşa jinan deng veda, ya ku hişt Kobanê bibe Kobanê sekn û fedayîtiya Arîn Mîrkan bû. Îro li hêla şoreşa jinan ve, şoreşa zihnî didome, bi vî awayî em ê bikaribin bigihîjin armancên têkoşîna bi dehan salan. Berovajî rêxistinên femînîst em banga wekhevî û azadiya jin û mêran dikin, sîstema hevserokatiyê jî roleke aktîf di vî warî de dilîze."   Ahîn, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser nasnameya jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku em behsa parastina nasnameya jinan dikin, em banga guhertinê, ne şerê li hemberî cinsê mêr dikin. Di şerê cîhanê yê yekem û duyem de, gelek tevgeran şerê li dijî mêr esas girtin lê belê em dibêjin guhertina hişmendiya mêr û civakê û xwegihandina civaka ku azadiya jinan bingeh bigre esas e. Dewleta Tirk, Îran, Iraq û Hikûmeta Şamê yên hevkar û êrîşkar êdî fêm kirin ku şoreşa Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi saya jinan heta roja îro mezin dibe. Şehadeta jinên pêşeng Sorxwîn, Azadî, Rihan, Yusra û Zelal Zagros rastiya hovîtiya dagirkeran derdixe holê. Ji lewre pirgirêkên li Rojhilata Navîn encax bi pêşxistina pergala neteweya demorkatîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd û Filistînê pêk were. Ji bo têkbirina şoreşê di sala borî de bi sedan jin qetilkirin divê ku heta dawî ji bo bidestxistina nasnameya jinên azad em têbikoşin. Her wiha pêwîst e em 8’ê Adara îsal bi ruhê tolhildanê ji bo jinên pêşeng pêşwazî bikin."   Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.