Kombûna Jinan a Zenûbiya tundiya li dijî jinan şermezar kir 2024-02-27 14:32:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tundiya li dijî 2 jinên ciwan a li gundê Til Semin ê Reqayê pêk hatibû, şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê têkildarî tundiya li dijî 2 jinên ciwan a ku li gundê Til Semin ê Reqayê hatibû kirin, daxuyaniyke da.   Daxuyanî li Çerxerêya Neîm a Reqayê bi amadebûna endamên meclisê, rêxistin û tevgerên jinan û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate dayîn. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Xod El Elî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de îşaret tundiya li ser jinan hate kirin û hate gotin: "Di demekê de ku em jin bi coş û îradeyeke xurt çalakiyan li dar dixin, em li ber hemû cureyên tundiyê, qetilkirin, zilm û despotiyê rû bi rû ne. Tundî û zilm bi rêya adetên neyînî û qeydên civakî ji aliyê hişmendiya baviksalar ve tên ferzkirin. Îradeya jinan tê astengkirin û nahêlin jin mafên xwe bistînin. Delîlê herî berbiçav ê vê zîhniyetê; tundiya hovane ya li dijî 2 jinên ji gundê Til Semin ê kantona Reqayê ye.”   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li seranserî cîhanê rojane sûcên tundî û qetilkirinê yên bi navê "namûsê" li dijî jinan têne kirin û hate gotin tu têkiliya vê yekê bi mirovahiyê re nîn e.   Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin û wiha hat domandin: "Em teqez dikin ku wê bersiva herî xurt a li hemberî binpêkirinên ku li dijî me têne kirin, belavkirina têgihiştina girîngiya rola jinan û pêkanîna qanûnên rêgirtina li ber tecawiz û binpêkirinên li dijî jinan e. Armanca me civakeke demokratîk a durist a bê tundî were avakirin. Em ê li hemberî hemû cureyên tundî, zordestî û tevahî binpêkirinên li dijî jinan bisekinin. Em ê bi hemû enerjiya xwe bixebitin ta hesab ji qatilên jinan were xwestin."   Duh di medyaya dîjîtal de dîmenek belav bû. Di dîmenan de komeke zilaman li du jinên ciwan didan. Hate gotin ku bûyer li gundê Til Semin ê li bakurê bajarê Reqayê çêbûye.