ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-27 09:00:00     *Jinên Koçer ên ku di encama êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê de di bin bomberdûmanê de dijîn, diyar kirin ku koçerî hem xweşikiyên wê û hem jî zehmetiyên wê hene. DÎMEN HEYE   *Jinên Meksîkayî bi îlhama Petra Herrera, Maria de la Luz Espinosa Barrera, Margarita, Comandante Ramona û Ana Maria yên ku li dijî dîroka serdest serî hildan, îro qêrîna xwe ya azadiyê didomînin. DOSYA   *Namzeta Hevşaredariyê ya Panosê ya ciwan Rojbîn Kartal ku li dijî pergala baviksalar û desthilatdariyê bûye namzet, anî ziman ku ew pergala “hevserokatiyê” diparêzin û got: “Ez di wê baweriyê de me ku dê jin min tenê nehêlin. Ez dixwazim ew bibin dengê min, ez jî bibim dengê wan.” DÎMEN HEYE   *Tundiya mêr-dewletê ya gihaştiya asta qirkirina jinan vê salê jî dewam kir û jinan jî ji têkoşîna xwe gav paşde neavêtin. Jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" têkoşîna xwe dewam dikin.