500 jin wê li ber CPT’ê çalakiyê pêk bînin 2024-02-25 21:01:57     ENQERE - 500 jin wê roja sêşemê li ber CPT ku di meha sibatê de hat Tirkiyeyê, çû serdana girtîgehan û neçû grava Îmraliyê, çalakiyê pêk bînin.   Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) diyar kir ku navbera 13-22’ê Sibatê de hat Tirkiyeyê . Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale di bin tecrîda giran de ye û 35 mehe tu agahî jê nayê girtin. CPT ku di serdana xwe de neçû Îmraliyê, der barê mijarê de  got; ‘Heyet bi wesîleya serdanê, niha der barê rewşa girtiyên îmraliyê de, hinek mijar anîne rojevê.’   CPT neçû serdana Îmraliyê û vê yekê rê li bertekan vekir. Bertek her diçin mezin dibin. 27’ê Sibatê de wê 500 jin li ber CPT çalakiyê pêk bînin. Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumurt ji ajansa me re axivî û da zanîn ku armaca çalakiyan wan protestokirina tecrîdê û neçûyîna Îmraliyê ye.Tê payîn ku jin dosyayekê der barê mijarê de bidin CPT’ê.