DEM Partî li Dêrsîmê xebatên hilbijartinê didomîne 2024-02-25 18:02:37     DÊRSÎM - DEM Partiyê li Periyê gund bi gund geriya û bi gel re hatin gel hev. Di serdanên gundan de peyama wê destur nedin qeyûman û ji gel re xizmeta herî baş bê kirin hat dayîn.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi gel re tê cem hev û daxwazên wan guhdar dikin. Yek ji bajarên ku xebat bê navber lê tên meşandin Dêrsîme.    Li navçeya Perî ya Dêrsîmê namzetên hevşaredariyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî li gundên Perî geriya û daxwazên gel guhdarî kirin. Hevşaredaran diyar kirin ku wê di rêveberiyên herêmî de ximzetê ji gel re bikin.   Namzetên Dêrsîmê Bîrsen Orhan û Cevdek Konak jî çûn gundê Sorek, Ors û Akpazar û bi gel re hatin gel hev. Namzet bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û peyma wê destur nedin qeyûman û wê teqez bi serkevin hatin dayîn.