Panela aştî û jinê: Têkoşîna aştiyê banga jiyana bi hev re ye 2024-02-25 16:57:57     AMED - Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç di panela ku ji aliyê TJA'yê ve bi sernavê "Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka jinê hat organîzekirin" de axivî û got, "Têkoşîna aştiyê banga jiyîna bi hev re ye û li her derê daxwaza pêşketina bi hev re ye.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bi sernavê "Di pêvajoyên aştiyê de rastiya jinê û pirsgirêka jinê" panelek li dar xist. Tevî aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nobeda Edaletê, namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya DEM'ê Serra Bucak, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Komeleya Jinan a Rosa û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di rûniştina yekemîn de bi pêşengiya aktîvîsta TJA’yê Zeynep Sipçik, endama Koma Aştiyê Yuksel Genç û femînîsta serbixwe Hulya Osmanağaoglû axivîn, rûniştina duyemîn jî bi moderatoriya Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, Parêzer Cemîle Turhalli. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axaftinek kir.   Di rûniştina yekemîn de "Çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd, bersiva bangên aştiyê yên di sala 2000'î de û erkên ku jin weke heyeta aştiyê hildane ser milên xwe" û "Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola jinê. Di muzakereyan de berpirsyariyên jinan ku hildane ser milên xwe, Maseya Aştiyê û Meclîsên Azadiya Jinê (KOM) pêvajoya wan a afirandinê hatin nîqaşkirin.   Beşa yekem a panelê piştî axaftinan bi pirs û bersivan û bi çepikan bi dawî bû.