Tulay Hatîmogullari: Bila Girtîgeha Îmraliyê bê girtin 2024-02-25 16:40:27     STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî di “Mîtînga Demokrasî û Azadiyê” ya bi beşdariya bi deh hezaran kesî de axivî û got, “Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Em ê aştiyê pêk bînin. Em ê ji bo vê yekê bixebitin û têkoşînê bikin."   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbol bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 36 meh in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, li Esenyurt a Stenbolê mîtîng li dar xist.    Di mîtînga ku bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin de ji Rêberê PKK'ê re slav hatin şandin. Piştî axaftina Meşvanên Azadiyê ya li mîtîngê Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tûlay Hatîmogûllarî axaftinek kir.   'Tecrîda Îmraliyê bandorê li jiyana jinan dike'   Tûlay ku bi coşeke mezin beşdar silav kirin, bertek nîşanî binçavkirina hevserokên navçeya Esenyurtê ya partiya xwe da. Tûlay, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê jiyana jinan tecrîd dike û got, "Ger ciwanên me îro rêyên koçberiyê digirin, nikarin bi hevalekî xwe re bên cem hev û derdoreke civakî û çandî parve bikin, divê em zanibin ku ciwanên me ne azad in. Ew jî îzolekirî ne. Ger îro karkerên di kargehan de nikarin pereyê nanekî germ bînin malê, ger 24/7 dixebitin û bi birçîbûnê re rû bi rû ne û nekarin bi sendîkaya xwe re bikevin grevê, bila em zanibin ku hevalên me yên karker jî di bin tecrîdê de ne. Eger mafê wan ê grevê tê redkirin. Bila baş bizanibin ku rakirina tecrîdê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka kedkaran, pirsgirêka jin û ciwanan e. Ji vê qadê em bang li hemû gelên bindest  ên li Tirkiyeyê dikin. Werin em bi hev re pergala tecrîdê ji holê rakin."   Banga aştiyê   Tülay di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “Ev gotinên me li aliyekê ji gelê me yê li vê meydanê kom bûyî re ye, ji aliyê din ve jî ji bo kesên ku vî welatî li qesra Enqereyê birêve dibin e. Gelo mirin bûne çareseriya pirsgirêka Kurd a 40 sal in dewam dike? Nakokî çareser bûn yan na, ev yek pêk nehat. Qedexekirina zimanê Kurdî bû çareserî? Ev yek pêk nehat. Daxistina tabelayên kurdî  Helbet na. Tecrîda Îmraliyê çareserî ye? Ev kesên li vir ji bo bidawîkirina tecrîda Îmraliyê li vir in, bila em hemû ji bo bidawîkirina tecrîdê li çepikan bidin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka welatê me û tevahiya erdnîgariya me ye. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek etnîkî ye, pirsgirêkek nasnameyê ye, pirsgirêkek statuyê ye. Pirsgirêka Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê ye. Me gelek bang kir. Werin em li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk pirsgirêkê çareser bikin û ji Sûriye, Iraq û Îranê re bibin model. Werin em li vî welatî pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bikin û yekîtiya gelan pêk bînin."   Hem kesên li vê qadê hem jî gelên Tirkiyeyê ji bo xelkê mazlum ê Filistînê hêsir barandin. Tiştên Îsraîl bi serê wan tîne me tevekan diêşînin. Heman tiştên Îsraîl li Filistînê dike, rejîma Tirkiyeyê jî li Efrînê li dijî gelê kurd dike. Divê xwişk-birayên me yên li Marmara, Behra Reş, Anatoliyaya Navîn heman tiştan ji bo gelê kurd jî bikin. Werin em bi hev re ji bo aştiyê bang bikin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe ya Filistînê jî çareser nabe. Nexwe daxwaza ji bo Filistînê jidil nabe. Werin em bi hev re bi dengekî bilind bibêjin aştî.    Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin    Dibêjin ku weke gaveke şênber çi dikare were girtin. Binêrin; demekî dirêj tecrîdkirina birêz Ocalan û girtina wî ya demdirêj li gorî hiqûqa navneteweyî mafê hêviyê derxistiya holê. Divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin. Divê pergala tecrîdê li ser her qada jiyanê rabe. Em dikarin jiyaneke wekhev û hevpar bi hev ra ava bikin. Reçeteya pirsgirêkên civakî guftûgo, demokrasî û bi siyaseta azad dibe. Têkoşîna me ji bo wê ye ku hemû pirsgirêk li ser bingeha demokrasiyê bên çareserkirin.”    Mîtîng bi çepik û dirûşman bi dawî bû.