Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' 91 roj in didome 2024-02-25 09:06:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî dan destpêkirin 91 roj in didome.    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin.    Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 35 meh in agahî jê nayê girtin dan destpêkirin 91 roj in didome. Girtiyan di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kirin.