Ji 1857’an heta niha serhildan heye! 2024-02-25 09:03:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên yekem car di 1857’an de li New Yorkê agirê berxwedana azadiyê pêxistin, ji wê rojê heta niha têkoşîn, îtîraz û serhildana  xwe li dijî serdestiya mêr bilind dikin.   Li her derê cîhanê jin ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinê Cîhanê xwe amade dikin. Jin wê li her derê cîhanê dakevin qadan û wê carek din bînin ziman ku wê dest ji têkoşîna azadiyê bernadin. Jinên ji civakîbûn, avakirina jiyanê, rêxistinbûn, pêşxistina parvekirinê re pêşengiyê dikin, di pêvajoya dîrokê de her tim di plana dawî de hatin hiştin. Nav, nasname, hebûn, keda jinê nehat dîtin û ji dîrokê paqij kirin. Di vir de têkoşîna jinan dest pê kir. Yek ji van dîrokên girîng 8’ê Adarê ye. Gelo çiye ev 8’ê Adarê, çima Roja Jinên Cîhanê û jin ketin xeteke têkoşînê ya çawa?   Di 8’ê Adara 1957’an de li New Yorkê li fabrîkayekê 40 hezar karker dixebitin û bi daxwaza xebata 16 saetî dakeve 10 saetan, dest bi grevê kirin. Grev ji aliyê karkerên jin ve hat rêxistinkirin û polîsên xwestin pêşî li çalakiyê bigirin, bi piştgiriya patronan bi hezaran karker di fabrîkayê de girtin û di wê navberê de ji ber şewata derket 148 karker şewitîn û mirin. Ji van 129 karkerên jin bûn û 48 jî endamên sendîkayê bûn. Çapemeniya DYA’yê hema hema qet cih neda bûyerê û nêzî 100 hezar kesî tevlî cenazeyên karkeran bû. Agirê ku jinan pêxist li her çar alî cîhanê belav bû û rêxistinbûna jinan mezin bû.   Têkoşîna sendikal û qedexekirina fosfora spî   Jinan berxwedanên xwe bi awayên cuda meşandin û xwedî li keda xwe derketin. Li London a Îngîlîstanê di 1889’an de li fabrikaya Bryant û May jin di şertên giran de dixebitîn û di encama fosfora spî de bi nexweşiya hestiya çengeyê diketin. Hestiyê çenga wan diriziyan û nikaribûn xwarinê bixwin. Ji bo şertên xebatê bên başkirin grev dan detspêkirin. Di 1908’an de di encama têkoşîna sendikal de madeya ‘fosfora spî’ hat qedexekirin.   Têkoşîna karkerên tekstîlê    Li dijî binpêkirina kedê di 1908’an de  karkerên tekstîlê ketin grevê û kargerî dagir kirin. Daxwazên jinan sînor bezandin; 8 saet kar, dawî li binpêkirina keda zarokan anîn û ji bo jinan mafê dengan.   Greva 20 hezar karkerî   Di 1909’an de li Manhattan 20 hezar kerken jin ketin grevê û ev li fabrîkayên din jî belav bû. Di êrişa polîsan de bi sedan jin birîndar dibin û gelek tên girtin. Heta daxwazên wan hat qebûlkirin, grevê du mehan berdewam kir.   Enternasyonala duyemîn   Di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li Kopenhagê duyemîn konferansa jinan a navneteweyî pêk hat û ji 17 welatî 100 delegeyên jin tevlî bûn. Daxwazên girîng ên jinan hatin ziman. Yek ji daxwaza herî girîng ev bû ku jinên karker 8 saetan bixebitin, dema welîdînê de 8 hefteyan destûrê bi kar bînin, destûra mijandina zarokan, zarokên di bin temenê 12’yî de neyên xebitiandin û her wiha ji bo jinan mafê bikaranîna dengan bû.   Pîrozbahiya ewil   Di konferansê de Clara Zetkîn diyar kir ku divê her sal rojekê ji bo jinan wek roja têkoşîn û piştevaniyê bê pîrozkirin û ev xistin bin biryarê. Li ser vê biryarê di 19’ê Adara 1911’an de bi tevlîbûna mîlyonek jin Roja Jinan a Navneteweyî hat pîrozkirin.    Pankarta ji helbestê re bû îlham   Hefteyek piştî pîrozkirina mijara gotinê, di 25’ê Adarê de li New Yorkê di şewata li Trînagel deket de 140 karkerên jin şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Vê bandorek mezin li şertên xebatê ya li Amerîkayê kir. di 1912’yan de li Lawrence ya Eyaleta Massahucettes, 20 hezar kerker li dijî kêmkirina heqdestê wan çalakiya protestoyî pêk anîn. Li ser vê karkerên New England Tekstîl Sanayî dest ji kar berdan. Dimeşeke mezin de komek jinên ciwan pankarta "Em hem nan hem kulîlkê dixwazin" vekirn. Ev gotin ji helbesta "Nan û Kulîlk" ya James Oppenheîm re bû îlham. Ev têkoşîna di 1857’an de dest pê kir di 1917’an de li Rûsyayê veguherî meşa "Nan û Kulîlk" a jinên Rûsyayê ya li dijî şer û xizaniyê.   Şoreşa cotmehê û piştî wê   Endama têkoşîna jinê de piştî şoreşa cotmehê 8’ê Adarê li seranserê Yekitiya Sovbeytan wek roja têkoşînê hat pîrozkirin. Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan jî weke 8’ê Adarê hat pîrozkirin û wek roja betlana fermî berdewam kir.   Her çû belav bû   Di 1962’yan de li Îngîlîstanê 19 sendîkayên ku 200 hezar jin temsîl dikir, bi karsazan re peymana mûçeyê wekhev pêk anî. Tevgera Rizgariya Jinan a di salên 1960’î de pêş ket berojvajî  femînîzma berê (Li Îngilistanê sufrajetler) bi têkoşîna bindestan re hevpar têdikoşiya.   NY’ê qebûl kir   Di 3’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya di 1921’ê de li Moskovê pêk hat de biryar hat girtin ku di 8’ê Adarê de roja jinan bê pîrozkirin. Di navbera salên yekemîn û duyemîn şerê cîhanê de bîranînên 8’ê Adarê hat qedexekirin. Di dawiya salên 60’î de li DYA’yê hat pîrozkirin û bi awayekî xurt hat rojevê. NY’ê 66 sal şûnde 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qebûl kir. Di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.   Israra di azadiyê de didome   Agirê berxwedana azadiyê ku yekem car jinên New Yorkî pêxistin, ji wê rojê heta niha didome û jin îtîra, serhildan, berxwedan û têkoşîna  xwe li dijî serdestiya mêr bilind dikin.