Li Êlihê Buroya hilbijartinê hat vekirin 2024-02-24 20:01:47   ÊLIH - Li Êlihê bi tevlibûna sedan kesî buroya hilbijartinê hat vekirin û di vekirina buroyê de balkişandin ser  têkoşîna gelê Kurd û hat gotin di şexsê jina Kurd de hewl didin gelê Kurd bifetisînin. Her wiha daxuyandin wê li dijî van polîtîkayên qirêj xwe biparêzin û vala derxînin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dimeşînin. Li Êlihê li kolana Diyarbakir buroya hilbijartinê hat vekirin.  DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi sedan welatî tevli bûn.   Welatiyan ligel muzîkên hilbijartinê govend gerandin.   Namzeta hevşaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk axivî û da zanîn ku gelê Kurd bi zext û zilmê re tê rû hev û got: “Di şexsê jina Kurd de hewl didin gelê Kurd bifetisînin. EJinan wek kole dibînin. Li dijî vcê emê bajarên xwe biparêzin û polîtîkayên qirêj  vala derxînin.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî di axaftina xwe de balkişand ser tecrîdê û da zanîn ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.   Piştî axaftinan buro bi coşek mezin hat vekirin.