Cizîrê carek din îradeya xwe nîşan da: Em ê şûnde gavê navêjin 2024-02-24 19:35:42     ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a partiya xwe de ya li Cizîrê axivî û got: "Ciziriyan digotin ‘em tu car şûnde gavê navêjin.’ Em soz didin tu carê şûnde gavê navêjin. Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li navçeya Cizîr a Şirnexê bi gel re civiya. Bakirhan û şandeya pê re li Kolana Botaşê ya Taxa Çemkûrk (Nûr) ya Cizîrê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Endamên partiyê bi tilîlî û çepikan Bakirhan pêşwazî kirin.   Dema Tuncer Bakirhan û kesên pê re ketin nava taxê, bi hezaran kes li ber otobusa hilbijartinê rawestiyan û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" meşiyan. Di meşê de ku meşale hatin pêxistin û nîşaneyên serkeftinê hatin kirin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Ji ber eleqeya zêde ya bi hezaran kesên lişaneşîn, pencere û ber deriyên avahiyan, wesayîta hilbijartinê nikaribû biçe cihê hevdîtinê. Piştî ku ciwanan rê vekir, otobus hat qadê û namzetên hevşaredariyê li ser otobusê gel silav kirin.    Piştre Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan der barê rojevê de axivî.    Tuncer Bakirhan anî ziman ku barê wan giran e û got: "Têkoşîna me giran e, em li dijî sîstemeke ku me nas nake, zimanê me nahesibîne, wekî mirovan nahesibîne û bi salan e hewl dide me tune bike têdikoşin.  Xema wan ne kurd in, xema wan gendelîkirin û bênasnamehiştina gelê kurd e. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ev du serdem e qeyûm tayinî vîna gelê kurd dike. Hûn hildibijêrin, ew wan digirin. Ew sindoqan datînin, hûn vîna xwe didin der û paşê radibin katemendekî dewletê tayinî vîna we dikin. Karmendên ku tayin dikin me nas nakin, bajarê me nas nakin û bi zimanê me nizanin. Tenê armanceke wan heye, ew jî nirxên we, hebûna we û budçeya we berteraf bikin û têxin bêrîka xwe. Xema wan ne kurd in, xema wan ne demokrasî ye, xema wan ne xizmet e, xema wan gendelîkirin e û xema wan bênasnamehiştina gelê kurd e."    Tuncer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin navnîşana aştiyê nîşanî kesên ku her roj behsa şer, pevçûn û operasyonê dikin bidin. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku bi şer û operasyonan çareser bibe. Pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê çareser dibe. Em navnîşanê jî didin wan. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Werin em bi birêz Ocalan re rêyeke nû ava bikin ku pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyê çareser bibe. Weke Partiya DEM’ê em ê hemû hewldanên xwe yên ji bo muzakere, çareserî, diyalog û nîqaşkirina pirsgirêka kurd bidin meşandin. Em ê lîstika kesên ku dixwazin pevçûnê bikin xera bikin. Cenazeyên zarokên malbatên feqîr û belengaz ên vî welatî diçin. Em ê dev ji vê berdin. Em soz didin ku rojekê em ê Tirkiyeyeke ku tê de mafên kurdan û tirkan wekî hev ava bikin. Em vê yekê careke din ji Cizîrê dubare dikin.”   Tuncer destnîşan kir ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de divê li Cizîrê hilbijartin bi dengekî rekorî bi ser bikeve û got: "Gelê Cizîrê ji niha ve biryara xwe ya 31'ê Adarê daye. Şaredariya Cizîrê di 31’ê Adarê de li ser xêrê be. Piştrast bin ku Şaredariya Cizîrê dê bibe mala we, gendelî, bêhiqûqî û dizî dê nemînin. Wê di xizmeta we de be û ziman û çanda we zindî bihêle. Ji bo Cizîrê ji pirsgirêka tiryakê rizgar bike dê kedeke mezin bide."