DEM Partî bi 500 namzetên hevşaredariyê yên jin re li qada ye 2024-02-24 15:20:17     ENQERE - DEM Partî bi 500 namzetên hevşaredariyê yên jin re li qada ye. Her wiha DEM Partî ji hezarî zêdetir bi endamên meclîsan ên jin wê li qada be.    DEM Partî ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bi kotaya jinan û bi îddiaya şaredartiya jinan derdikeve pêş. DEM Partî li 500 cihî bi namzetên jin ên hevşaredariyan dikeve hilbijartinê. 28 jê bajarên mezin li 49 bajar 45 bajarok û 378 navçeyan namzetên jin cih digirin.    Her wiha DEM Partî ji hezarî zêdetir bi endamên meclîsan ên jin wê li qada be.