Şebrem Korur Fîncanci ji hekîman re bû mînak 2024-02-24 09:03:20     Nazlıcan Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Di platformek çapemeniya civakî de belgefîlma bi navê ‘Adnan’ hat weşandin û di belgefîlm de seroka TTB’ê û pispora Tipa Edlî Şebnem Korur Fîncanci hedef hat nîşandan û hewl dan îşkenceyê rewa nîşan bidin. Endama Odeya Tabîban a Îzmîrê Selma Gungor der barê mijarê de axivî û da zanîn ku kesên divê bên sûcdakririn ên îşkenceyê dikin e.   Di rojên borî de li ser platforma çepemeniya civakî You Tube, ji aliyê 140Journos ve belgefîlma bi navê ‘Adnan’ hat weşandin û di belgefîlmê de Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û pispora tipa edlî Şebnem Korur Fîncanci ji aliyê kesên diaxivîn ve bi awayekî aşkera hedef hat nîşandan. Şebnemê ku îşkenceya li kesên di bin îşkenceyê de hatibû kirin, kiribû rapor, di belgefîlma mijara gotinê de tê sûcdarkirin û tê îdiakirin ku Şebnem piştgiriyê dide xurtkirina rêxistina sûc a Adnan Oktar. Yek ji nokteyên din a balê dikşîne, kesên behsa Şebnemê dikin, dibêjin Şebnem femînîst û çepgir e.   Der barê mijarê de endama Odeya Tabîban a Îzmîrê Selma Gungor  ji ajansa me re axivî û da zanîn ku çi dibe bila bibe îşkence nikare bê rewakirin.   ‘Îşkenceya ku dewlet ji bo agahîgirtinê dike jî sûc e’   Selmayê da zanîn ku îşkence bi destê mirov an jî dewletê di esasa armancekê de, pêkanînek nebaş kirine. Selmayê wiha daxuyand: “Kesên îşkencê dikin sûc dikin û dewlet ji bo agahiyan bigirin îşkenceyan dikin û ev di çarçoveya sûc de ye. Ji ber di destê dewletê de ji bo wî sûcî veşêre gelek derfet hene. Hêza polîs heye, ev xwedî derfetên lêkolînê ne. Dozger bixwaze li gorî xwe van peywirdar dike û xwedî derfetên ku derxîne holê ye. Lê li şûna ev bên kirin îşkenceyê dikin û îfadeya mirovan digirin. Mixabin bi salan e ev li welatê me pêk tê.”   Selmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ev rewş tê zanîn hem li cîhanê hem li Tirkiyeyê ji bo kes di bin çavan de îşkenceyê nebînin, beriya binçavkirin û piştî binçavkirinê dermankirin tê kirin. Ev pêkanîn ji bo îşkence derkeve holê û pêşî li îşkenceyê bê girtin tê kirin. Em nikarin bêjin îşkence tune ye. Li Tirkiyeyê ev her tim tê kirin, li şûna sûc derkevin holê, bi îşkenceyan îfade tên girtin û tên cezakirin. Lê em dibêjin bi sûc, sûc nikare bê cezakirin. Ev ne rast e.”   ‘Hewl didin îşkenceyê rewa bikin’   Selmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji ber îşkenceyê mirov tiştên ku nekirine dikarin qebûl bikin û ji ber vê rapora hekîman a ‘îşkence dîtiye’, sûcên kesên îşkenceyê dikin derdixe holê û îfadeya hatiye girtin jî tu rastiya wê tune ye. Selmayê wiha daxuyand: “Di vir de tişta divê bê kirin lêkolîna hêzên edlî divê baş bê kirin. Divê belgeyên pêwist bên bidetxistin û destûra pêwist bê dayîn û qeydên sûc wiha bê avakirin. Lê em qeydên sûc ên xwe tenê dispêrin îfadeyan hene. Di dozên wek kesên Adnan Oktar ku wijdanê cemawerî nerehet dike de, dema belgeyeke dayîna rapora îşkencê bê dayîn derketibe holê, ev mijara ku wijdanê cemawerî neheret dike tê bikaranîn û mixabin hewl didin îşkenceyê rewa bikin.”   ‘Yê divê bê sûcdakirin ê îşkence kirine’   Selmayê anî ziman ku ev rewş nikare bê qebûlkirin û got: “Tişta ku Adnan Oktar bi jinan dike çiqas wijdanan nerehet dike, bi îşkenceyê îfade girtin jî evqas wijdanê mirovan nerehet dike û divê ev jî wek sûc bê dîtin. Di vir de sûc ne hekîmên rapor dane û wek mînak Şebnem Korur Fîncanci nîne. Yên raste rast îşkence kirine sûcdar in. Îşkence li kê tê kirin bila bê kirin divê neyê rewakirin. Şebnem Korur Fîncanci zor li hêzên ewlehiyê kiriye ku der barê Adnan Oktar de delîlên hewce kom bike, raporek wisa amade kiriye. Şebnem di vir de ji hekîman re bûye mînak. Şebnem jinek femînîst e. Piştgirî daye tevgera jinan û tevgera tenduristiya jinan. Şebnemê di mijara tundiya li ser jinan de ji bo amadekirina belgeyan xebatên tipa edlî meşandiye.”