Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî hat girtin 2024-02-23 21:25:50   ANTALYA - Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ya ku sewqî dadgehê hat kirin, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî, di komeleyên ku endamtiya wê de parêzvaniya mafan dike û ji ber lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan sewqî dadgehê hat kirin, pişt re jî hat girtin.   Rêvebera Şaxa ÎHD'ê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Antalyayê Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî  di çarçoveya lêpirsîna di 20'ê Sibatê de li navçeya Manavgat a Antalyayê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin.    Şûheda ku îro sewqî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hat kirin, bi hinceta "Endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.  Çalakî û bûyerên ku beşdar bûye û lêkolînên wê yên li ser binpêkirina mafên mirovan weke sûc hatin dîtin.   Piştî biryara girtinê hevalên Çîftçî li ber Dadgeha Antalyayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Denîz Yildirim di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Şûheda  ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û diyar kir ku lêpirsîn bi temamî bi armanca krîmînalîzekirina xebatên wê yên pîşeyî û xebatên mafên mirovan e. Denîz diyar kir ku tişta qewimî ne hiqûqî ye û got ku ew ê dozê bişopînin û xwest ku demildest bê berdan. Hevalên din ên Şûhedayê bertek nîşanî biryara girtinê dan û diyar kirin ku ew ê serî netewînin.