Nobetên Edaletê: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin 2024-02-23 19:46:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê bi serdanan didome û di axaftinên hatin kirin de peyama ‘Em ê Abdullah Ocalan azad bikin girtîgehan vala bikin’ hatin dayîn.   Nobetê Edaletê yên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin didome.   Îzmîr   Komeleya Alîkariya Xizmên Girtiyan (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ Nobeta Edaletê da destpêkirin û di roja 27’an de berdewam kir. Nobeta Edaletê ya li rêxistinên DEM Partî ya Buca û Karşiyaka berdewam kirin ji aliyê welatiyan ve hat ziyaret kirin. Karşiyaka    Xizma girtî Peyruze Kurt di nobeta Edaletê ya karşiyaka de axivî û da zanîn ku divê her kes piştgiriyÊ bidin Nobetê Edaletê û wiha got: “Divê her kes bibin yek. Em nebin yek emê yek bi yek tune bibin. Divê em destê hev bigirin. Divê em deng bidin zindana. Bila ev tecrîd rabe. Heta ku tecrîd hebe wê têkoşîn jî hebe. Bila tecrîd rabe ev zilm bidawî be.”   Buca   Di çalakiya nobetê ya Bucayê de hevseroka DEM Partî ya Bucayê Nurşen Ataman axivî û daxuyakirin ku dayik nobeta xwe didomînin û got: “ Dayik ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de di nobeta edaletê dene. Em dest ji vê dozê bernadin. Em ê Birêz Ocalan azad bikin. Girtîgehan vala bikin. Jin jiyan azadî.”