Li Panosê bi coşek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin 2024-02-23 16:14:46     AGIRÎ - Li Panosê bi coş û kelecanek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirinê de peyama rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn û hat gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dê gav bên avêtin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Panosa Agiriyê, namzetên hevşaredariyê yên Panosê yên Partiya DEM’ê pêşwazî kirin. Namzet bi konvoyên ji dehan wesayîtan pêk tên di ketina navçeyê de bi eleqeyeke mezin a gel gihiştin navenda navçeyê. Namzetên ku hatin Kolana Agirî Wan ji aliyê sedan kesî ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera DEM’ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û bi hezaran kes beşdarî pêşwazîkirinê bûn.   ‘Em bajarê xwe teslîmê talankaran nekin’   Beriya axaftinan girse bi coşek mezin govend gerandin. Piştî govendê axaftin hatin destpêkirin. Namzetê Hevşaredariya Panosê yê Partiya DEM’ê Kerem Kirtay axivî û diyar kir ku ew di xizmeta gelê Panosê de ne û destnîşan kir ku ew ê şaredariyeke adil, wekhev û azad pêk bînin. Namzeta Hevşariyê ya Panosê ya Partiya DEM’ê Rojbîn Kartal jî ev tişt got: “Em ê tu carî van bajaran û vîna gelê xwe teslîmî qeyûm û talankaran nekin. Werin em dest bidin hev û bi hev re bi ser kevin.”   ‘Hevserokatî xeta me ya sor e’   Piştre Parlamentera DEM’ê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk Îmralî ye. Gulcanê, wiha domand: “Ez we hemûyan bi rêzdarî slav dikim. Hûn jî dizanin 25 sal in li ser Birêz Ocalan polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Girtiyên li girtîgehan ji bo şikandina vê polîtîkaya tecrîdê 89 roj in di greva birçîbûnê de ne. Dîsa çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li gelek bajaran didome. Li gel vê çalakiya meşa azadiyê hate destpêkirin. Yekane daxwaza beşdarên van çalakiyan ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bi muxatabê pirsgirêkê Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Her kes dizane ku navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Partiya me ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevserokatiyê pêşhilbijartin pêk anî. Ev pêşhilbijartina ku pêk hat di dîrokê de cara yekemîn e. Me li Panosê jî pêşhilbijartin pêk anî. Lê em dibînin ku êrîşî partiya me dikin. Hevseroktî xeta me ya sor e. Paradîgmaya me ji bo me pêdivî ye. Haya me ji vê rewşê heye. Hevserokatî ronîkirina zîhniyetê ye. Hevalên me bi salan bedêla vê yekê didin.”   ‘Em bi hev re vê meşa pîroz bimeşin’   Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û bi lêv kir ku gelê Serhadê sed sal in li hemberî zilmê serî netewandine û got divê her kes beşdarî xebatên hilbijartinê bibe. Keskîn, da zanîn ku ligel şert û mercên hewaya sar gel hatiye vêderê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez li girseyê dinêrim, dibînim ku gelê Panosê bi rastî biryara xwe daye. Tevlîbûna we nîşan dide ku azadiya gelê me nêzîk e. Em ber bi hilbijartinan ve diçin û dem kêm e. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgiriya we em ê vî karî biqedînin. Gelê Serhadê sed sal e li hemberî zilmê serî netewandiye. Em vê peyamê ji Enqereyê re dişînin; me serê xwe netewand û em ê netewînin. Em ê gund bi gund mal bi mal bigerin û gelê xwe îkna bikin ku beşdarî hilbijartinê bibin. Ev ne meseleyeke partiyê ye. Ev meseleya azadiyê ye. Her çiqas hûn nikarin tiştekî bikin jî xwe îkna bikin tevli hilbijartinê bibin, dua bikin. Meseleya me ne şaredarî ye, meseleya me ew e ku em li welatê xwe azad û demokratîk bijîn. Îro zimanê me jî qebûl nakin. Mînaka vê ya herî şênber di van demên dawî de dema ku mîkrofonên wekîlên me yên li meclîsê bi kurdî diaxivîn girtin. Em ji vir dîsa bang dikin, em Kurd in û em ê weke Kurd bijîn. Li Panosê dê gelek xebatên me yên ziman hebin. Ev soza me ya ji vir be bila.  Werin em bi hev re vê meşa pîroz bimeşin.”   ‘Roj roja çareseriyê ye’   Keskîn, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çi pêwîst be dê bikin û destnîşan kir ku divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Keskîn, wiha domand: “Em ê bi piştgiriya gelê xwe pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin. Îro li çar aliyê cîhanê bi hezaran Kurd li ber xwe didin û çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Em ji Serhadê bang dikin,  roj roja çareseriyê ye. Gelê Kurd ji bo ziman û azadiya xwe dixwaze bi muxatabê pirsgirêka Kurd re têkiliyê deyne. Nahêlin em bi zimanê xwe ji Xwedê re dua bikin. Em ê li hemberî vê zilmê serî netewînin. Ger hûn dixwazin me nas bikin, li berxwedana me ya sed salî ya Serhadê binêrin. Tu hevalekê me serî ji we re netewand. Ger îro siyaseta me bihêztir be, dê hemû pirsgirêkên we çareser bibin.”   Piştre girse meşiya û buroya hilbijartinê hate vekirin.