Di 2023'yan de 471 zarokên keç bi darê zorê hatine zewicandin 2024-02-23 10:04:25       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TÛÎK'ê di sala 2023'yan de 10 hezar û 471 zarokên keç bi darê zorê hatine zewicandin û bajarê ku herî zêde zarok lê hatine zewicandin jî Dîlokê ye.   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK)  bi daneyên ku eşkere kirin, careke din zêdebûna zewaca zarokan a di temenê biçûk de ya sala 2023'yan li ber çavan raxist. Li gorî daneyan 10 hezar û 471 zarokên keç û 706 yên kur di navbera 16-17 salî de hatine zewicandin.   Herî zêde zarok li Dîlikê hatine zewicandin    Dema ku em li rewşa mêrên ku ev zarok bi wan re hatine zewicandin dinêrin, ji van kesan 168'ên wan berê zewicîne û hevjînên xwe berdane û 4 ji wan jî jinên ku bi wan re hatine zewicdandin jiyana xwe ji dest dane. Li gorî vê derdikeve holê ku ji van mêran 172'yên wan cara duyan e ku zewicîne. Ji van zarokên ku hatine zewicandin 600 ji wan  bi mêrên temenê wan di navbera 30 û 45 salî de re hatin zewicandin. Dîlok bajarê ku herî zêde zarokên keç lê hatine zewicdandine. Li Dîlokê bi giştî 960 zarokên keç û li Rihayê jî 928 zarokên keç hatine zewicandin li gorî daneyan bajarê 2'yemîn ê ku herî zêde zarokê lê hatine zewicandin jî Rihayê ye.