Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser têkoşîna dijî tecrîdê 2024-02-22 15:27:10       ÊLIH - Di çaroveya kampanya, "Ji Abdullah Ocalan re zadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de Nobedên Edaletê hatin destpêkirin. Di nobeda ku li Êlihê hat destpêkirin de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê.   Nobedên Elaletê ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku li gelek bajaran hatin destpêkirin  dewam dikin.  Nobeda ku li Êlihê di heman çarçoveyê bi pêşengiya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY - DER) hat destpêkirin, di roja 22'yan de dewam dike. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) rêvebirin Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Êlihê serdana çalakiyê kirin.  Di serdanên hatin kirin  de girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê hat bibîrxisitn û bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd ya di vê mijarê de.   Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hatin berzkirin. Çalakî bi lîlandina dayikan hat berdewamkirin.