Namzedên DEM Partiyê li Stenbolê serdana esnafan kirin 2024-02-22 14:54:48     STENBOL - Namzedên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ku li Kolana Îstîklalê esnaf ziyaret kirin ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.   Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî esnaf li Kolana Îstîklalê ya Beyogluyê ziyaret kirin. Di serdan ku rêveberên Rêxistina DEM Partiyê yên Bajarê Stenbolê jî amade bûn, namzetên hevşaredariyê li pirsgirêk û pêşniyarên esnafan ên dema çûn hilbijartinên herêmî guhdarî kirin.   Gel eleqeyeke zêde nîşan da   Di serdanê de ku pêşmalkên Partiya DEM'ê hatin lixwekirin de, gel eleqeyek mezin nîşanî namzetan da. Di dema ku esnaf ziyaret kirin û welatiyên li kolanê serkeftin ji namzetan re xwestin, welatiyên li qehwexaneyê rûniştibûn namzetên hevserokatiyê vexwendin çayê. Namzetan çay vexwar û demeke dirêj bi welatiyan û karkerên înşaetê re sohbet kirin.   Namzetên hevşaredariyê wê piştre serdana Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cîmo bikin.