Ji Nobedên Edaletê banga rakirina tecrîdê 2024-02-22 14:53:42       NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li bajaran bi serdanan didome. Di nobedan de çalakvan banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.      Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Wan   Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 79 roj in didome.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Westan û şêniyên taxa Çîçeklî ya Artemêtê serdana çalakiyê kirin. Çalakvana nobedê Halîye Demîragaç, axivî û banga rakirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Em tenê edalet û aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê çalakiya xwe bidomînin.   Çalaki bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berdewam kir.    Amed    Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 78'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi serdanan didome. Di çalakiyê de “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.    Îzmîr    Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya DEM Partî ya Bayrakli û Karabaglarê di roja 26'an de didome.    Rêxistina DEM Partî ya navçeya Konak û Karşiyaka serdana çalakiyê kir û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.    Di nobeta ku li Bayrakliyê pêk hatî de Peyruze Kurt axivî û banga piştevaniyê kir û got: "Divê êdî azadiya Abdullah Ocalan pêk bê. Em ê li dijî siyaseta zilmê berxwedana xwe bidomînin."   Nobeta ku li Karabaglarê jî bi serdanan didome. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" , “Jin jiyan azadi” û "Bi berxwedanê em ê bi serkevin" hat berzkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê bi stranan berdewam kir.    Mêrsîn   Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER), bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” daye destpêkirin, berdewam dike. Komeleya Jinan a Mîmozeyê serdana nobetê kir û di serdanê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Nobet bi gotina klamên dengbêjiyê dest pê kir. Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy, bal kişand ser giringiya nobetê ya ku 80 roj in dom dike û wiha axivî: “Hûn ji bo zarokên xwe yên di girtîgehan de ketina greva birçîbûnê, li dijî faşîzmê têdikoşin. Em li cem we ne.”    Stenbol    Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Nobet li avahiya DEM Partî ya Kuçukçekmecê pêk tê. Namzetên hevşaredariyê ya Kuçukçekmece ya DEM Partiyê Berîvan Demîr û Ramazan Çetîn Çakmak serdana çalakiyê kirin. Her wiha îro xebatkarên Kovara Demokratîk Modernite jî serdana çalakiyê kirin û piştevaniya xwe ya nobedê anîn ziman.    Di nobedê de çalakvanan da zanîn ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe berdewam bikin. Çalakî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.