Komkirina îmzeyê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dike 2024-02-22 14:30:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê, Kobanê û Reqayê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike.    Kampanyaya komkirina îmzeyan ku di 9’ê Sibatê de hatiye destpêkirin de dewam dike.   Li bajarê Hesekê kampanyaya ketiye roja xwe ya 3’yemîn de. Komîteyên têkildar ji saetên sibehê ve  ketin taxên Kelasê, Til Hecer, Mişêrfê û Nasrayê û îmze tên komkirin.   Endamê Meclisa bajarê Hesekê Hecî Ebdulsemed diyar kir ku kampanyaya di roja xwe ya 3’yemîn de ye û bi hevkariya komînan dewam dike.   Li Kobanê jî îmze tên komkirin   Li bajarê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îmze têne komkirin.   Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Sibatê de kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.    Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê komîteyên komkirina îmzeyan li deverên cuda yên kantonê komkirina îmzeyan didominin.   Kampanyaya komkirina îmzeyan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.   Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e   Xebatên komkirina îmzeyan li kantona Reqayê berdewam in. Şêniyên ku tev li hemleyê dibin destnîşan dikin ku bi saya fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji pergalên kapîtalîst xilas bûn.   Xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 18'ê Sibatê dest pê kiriye li kantona Reqayê berdewam in.   Komîteyên pispor li tax û gundên kantonê, dest bi hemleyê kirine û çaverê ye ku di demeke nêz de bi dawî bibin.   Welatiyê bi navê Sadiq El Hindawî got: "Em şêniyên Reqayê banga bi dawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin."   El Hindawî wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan fikrê xwe da me, bi saya wî fikrî me azadiya xwe bi dest xist û em ji pergalên kapîtalîst rizgar bûn."