Starta hevdîtina gel hat dayin: Em ê bi ser bikevin! 2024-02-22 14:12:17       ERDEXAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ya starta hevdîtina gel li navçeya Mêrdinikê da wiha got:"Li dijî îktidara dixwaze qada siyasetê li me teng bike, em dibêjin em li vir in. Em ê li vir bi ser bikevin."   Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de bi tevlibûna hevserokên DEM Partiyê hevdîtinên bi gel re dest pê kirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari ya starta hevdîtina gel li Erdexanê da.    Tulay li Qada Haptan Kent a navçeya Mêrdinikê ya Erdexanê bi gel re hat ba hevdu. Welatiyan berî hevdîtina li meydanê li Demirkapiyê Tulayê pêşwazî kirin û bi konvoyê derbasî navçeyê bûn. Bi stranan û bi navnîşana serfiraziyê her wiha bi çepikan Tulayê hat pêşwazîkirin.    Li vir nazmetê hevşaredariyê Serkan Yilmaz grevên birçîbûnê silav kir.    Piştre Tulayê da zanîn mirovên li vir ji ber bêderfetiyan koç kirine vir hatiye jibîrkirin û got:"li dijî îktidara dixwaze qada siyasetê li me teng bike, em dibêjin em li vir in. Em ê li vir bi ser bikevin."   Tulayê bal kişand ser 9 kesên di heyelana Licikê de di bin axê de mane û got divê ew destûrê nede texrîbkirina xwezayê û got divê li dijî vê yekê ew xwe bi rêxistin bikin.    Tulayê piştre dest bi serdana navçeyan kir.