Danişîna Hulya û Zeyyat hat taloqkirin 2024-02-22 12:30:02     AMED - Danişîna doza Hevserokên HDP’ê yên Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan hate taloqkirin.    Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yên berê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hulya û Zeyyat tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.    Di danişînê de hat diyarkirin ku îdianameya bi daxwaza yekkirina dozên Hulya hatiye amadekirin nehatiye pêşkeşkirin. Dozger û parêzaran xwestin ku îdianameya nû were pêşkeşkirin û kêmasiyên di dosyayê bên temamkirin.    Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 16’ê Gulanê kir.