Erdhejzede: Bi dengan alîkariyê didin? 2024-02-22 09:04:01     AMED - Beriya hilbijartinan li ser bajarên ku erdhej lê pêk hat, peyamên tehdîdan bilind dibin û jinên bertek nîşanê vê dan wiha gotin: “Bi dengan alîkariyê didin?’   Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Bazarcix a Mereşê bû di 6’ê Sibatê de erdhejên bi pîleya 7.8  û 7,5 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Li gorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dest da. Tevî salek derbas bûye hîna hewcedariyên gel nehatine peydakirin û yek ji pirsgisrêka herî mezin a starbûnê ye. Ji ber bihabûna xaniyan gel mahkumê kon û konteyniran hatin kirin.   Hîna birînên erdhejê teze ne û di rojên borî de serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan di civîna nasandina namzetan a li Hatayê de gotibû ‘Rêveberiya navendî bi rêveberiya herêmî re ne di piştevaniyê de be tiştek nayê wî bajarî. Binêrin ka hat Hatayê’. Wezîrê Bajarvanî Hawirdor û Avhewayê Mehmet Ozhasekî jî di weşana zindî de got ‘Standarda xaniyên me li herêma erdhejê çêkirin ji yên berê gelek bilindtir e. Em dibin mêvanên welatiyên ku xanî hatine teslîmkirin û dibêjin ‘Xwedê ji we razî be. Binêrin xaniyên me hilweşiyan (ger mirî jî tunebin) baş e ku hilweşiyane niha hûn vîlayan didin me.’ Li ser vê gelek bertek hatibûn nîşandan.   Jinan der barê gotinên desthilatdariyê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Daxuyanî dijmirovahî ne’   Xwendekar Dîlan Yalçin da zanîn ku ji ber berpirsiyariyan peywira xwe neanîne cih hîna li herêma erdhejê kêmasî hene û wiha vegot: “Ne tenê erdhej li hember hemû pirsgirêkan nêzîkatiya wan wisa ye. Her kes li mala xwe ya germ rûniştiye, li qesrê rûniştine li kêfa xwe dinêrin. Ya dikşîne gel e. Bi çareserî nêzî pirsgirêkên gel nabin. Daxuyaniyên desthilatdariyê dijmirovahî ye. Di hilbijartinan de tên ber deriyên me. Piştre tiştekî nakin. Di vê newekhevî nayê kirin.”   ‘Em ne mecbûr in dengên xwe bidin’   Tuba Yilmaz jî pêvajoya erdhejê bi bîr xist û diyar kir ku alîkarî qels mane û wiha nirxandin kir: “Xaniyê me xesar dît. Em niha di kirê de ne. Em dipên ku avahiyên toplu konutê aşkera bibin. Lê hêviya me tune ye. Bi hezaran kes mirin. Bi hezaran can çûn. Niha mirovên ji bo xaniyekî nû digirin gotinên bi xof dibêjin. Dibêjin hûn dengan nedin em xanî çênakin. Em ne mecbûr in dengan bidin we. Ger fikrên wisa hebin divê rêveberiyek wisa tune be.”   ‘Gelo vana bi dengan dikin?’   Leyla Arkel jî anî ziman ku piştî erdhejê cihekî ku biçinê nemaye û wiha dawî lê anî: “Gotin wê avahiyan çê bikin lê tiştek neguherî. Evqas pereyê alîkariyê hat çû ku derê? Gelo bi dengan alîkariyê dikin? Mirovên ku her tiştên xwe winda kirin hene. Tevî salek derbas bû hîna avahiyên bi xesar nehatine hilweşandin.”   Welatiyek ku nexwest navê xwe bide desthilatdarî rexne kir û got divê serokomar wekhevî, azadî û jiyana gelan li ber çavan bigire.