ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN 2024-02-22 09:00:00     * Namzeta hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk projeyên wê di rêveberiyên herêmî de pêk bînin parve kir û got: “Çareseriya hemû pirsgiarêkan di rêveberiyên herêmî de ye û em ê xebatan di vê esasê de pêk bînin. Em ê siyasetê ji herêmî hilberînin û pirsgirêkên herêmê di cih de bi gel re çareser bikin.” DÎMEN HEYE   *Beriya hilbijartinan li ser bajarên ku erdhej lê pêk hat, peyamên tehdîdan bilind dibin û jinên bertek nîşanê vê dan wiha gotin: “Bi dengan alîkariyê didin?’  DÎMEN HEYE   *Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fîlîz Eraslan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê zîhniyeta yekparêz bi projeyên ÇEDES’ê li dibistanan pêk tîne û got: “Hemû faliyetên çarçoveya ÇEDES’ê de tên kirin sûc in. Divê li dijî ÇEDES’ê malbat û kedkarên perwerdê têbikoşin.” BI DÎMEN