Li Erxeniyê çalakiya 21'ê Sibatê 2024-02-21 23:56:11   AMED - Di gotubêja bi munasebeta 21'ê Sibatê hat lidarxistin de Roza Metîna bal kişand ser mijara Wêje û Jinê. Roza diyar kir rola jinan a di wêjeyê de gelekî girîng e û got:"Gelek jinên di dîrokê de kedek mezin dane ziman û wêjeyê hene loma divê em jî xwedî li keda wan derkevin."   Bi pêşengiya 3'yemîn Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê (Erxenî) bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gotubêj hat lidarxistin. Namzetên hevşaredariya Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, endamên Egitim Sen'ê û gelek kes tevlî gotubêja Wêje û Jinê ya li avahiya 3'yemîn Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê (Erxenî) hat lidarxistin, bûn. Moderatortiya bernameyê ji aliyê endama 3'yemîn Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê (Erxenî) Gulser Sargul hat kirin.   Li vir nivîskar û rojnameger Roza Metîna qala girîngiya zimanê kurdî, rola jinan a di qada wêjeyê de, xebatên zimanê kurdî, jinên wêjekar ên di dîrokê de kir.    'Gelek ziman li ber tunebûnê ne'   Gulser Sargul di destpêkê de bal kişand ser dîroka îlankiran 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û got:"Hinek daneyên UNESCO'yê hene. Li gor van daneyana pênc hezar ziman ji yên herêmkî zêdetirîn heft hezar ziman tên axaftin. Ji sedî çilê van zimanan di xetereya tunebûnê de ne. Li gor UNESCO'yê di nava 100 salî de zarokên van zimanan diaxivin li ber tunebûnê bin ev ziman jî di xetereyê de ne. Ger zarok van zimanan neaxivin jî ev ziman mirî tên hesibandin. Dîsa li gor van daneyan 18 ziman li Tirkiyeyê ji holê rabûne. Yan jî li ber tunebûnê ne. Ev zimanan erebî, lazkî, ermenî, hemşînî û ji ber desthilatdariyê kurdî ye. "    Hêmana perwerdeya zimanê zikmakî   Gulserê bal kişand ser xebatên bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê û wiha got:"Saziyên me yên zanistî û perwerdeyê bi hêmana perwerdeya zimanê zikmakî hatiye damezrandin. Saziyên me wê tu carî dev ji vê hêmanê bernede. Bi vê rojevê gelek çalakî tên lidarxistin. Şaxa me jî bi mijara Wêje û Jinê îro bernameyekê li dar dixe."   'Zimanê kurdî xwediyê dîrokeke girîng e'   Roza Metîna ya di destpêkê de xwe da naskirin diyar kir ku zimanê kurdî xwediyê dîrokeke girîng e û wiha got:"Loma divê xwedîderketina li ziman û berhemên kurdî jî gelekî zêde be. Ji ber ziman rûmet û hebûna gelekî ye. Êrişên li dijî ziman sîstematîk in loma divê bi rihekî hevpar xwedî li ziman bê derketin. Gelek jinên di dîrokê de kedek mezin dane ziman û wêjeyê hene loma divê em jî xwedî li keda wan derkevin."   'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê'   Roza bal kişand ser berhemên xwe û got:"Di berhema Çîrokên Jinên Wêjekar de keda jinan a hevpar û pênûsa jinan a xurt derketiye holê. Ev berhem li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd hat çapkirin. Antolojiya Çîrok û Helbestên di Zindanan de jî ji bo xwedîderketina li berhemên nivîskar û helbestkarên di zindanan de li ser navê PENa Kurd hat çapkirin. Guliyên Ji Bêhna Şimamokan jî rastiya gelê kurd û jinên kurd ên bedel dane di nav xwe de dihewîne. Em hêvî dikin berhemên kurdî zêde bibin. Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê."   Gotubêj bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.