Li Dirbêsiyê ji bo Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan 2024-02-21 20:13:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteyên komkirina îmzeyan li Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatên xwe yên komkirina îmzeyan da destpêkirin.   Însiyatîfa Gel li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi rêya 40 komîteyan, bi 18 komîteyan li bajarokên Xas, Qirmanî, Til Kerem û Sêgir ên navçeyê dest bi komkirina îmzeyan kir.   Der barê mijarê de welatiya bi navê Nezle Xelîl ku bi xwînê îmze kiriye axivî û got: "Em banga azadiya fîzîkî yaAbdullah Ocalan dikin. Rih û xwîna me fedaî Rêbertî ye."