TJA: Bi 'Jin jîyan azadiyê' ber bi azadîya ziman ve 2024-02-21 15:30:44     AMED - TJA'yê derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniyek da û bal kişnad ser girîngiya zimanê dayikê. TJA'yê diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadiyê" ber bi azadiya ziman ve bimeşin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) Derbarê 21'ê Adarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girînga zimanê dayikê. TJA'yê  di daxuyaniya ku nivîskî weşand de got, "Azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azadîya zimanê dayîkê ye, azadiya ziman, çand û axa kurdistanê ye. Di vê wateyê de em di serî de bang li jinên kurd û civaka Kurdistanê dikin ku li azadîya zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, bi zimanê xwe bijîn, têbikoşin û azadîya zimanê xwe biparêzin."   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:      "Em weke TJA, bi ruh û ronahiya felsefeya Jin Jîyan Azadîyê 21'ê sibatê  Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pêşwazî dikin. Em bi vê baweriyê di serî de dildar û pêşenga zimanê kurdî Sêvê Demîr ku bi salan di qada ziman de têkoşîya û di pêvajoya xweserîya demokratîkê de li Silopîya şehîd bû, Evîn Goyî ku ta kêlîya jîyana xwe ji bo azadîya jinan, azadîya ziman, azadîya welat ku di hemû qadên jîyanê de têkoşîn daye û kesayeta wan de jî hemû karwanên rêya heqîqet û azadîya ziman û welat de nemir bûne bi rêzdarî bi bîrtînin. Em soz dikin ku ta vîn, ziman û axa me azad bibe dê têkoşîna me jî ji her carê zêdetir geştir û bilindtir bibe.   Her wekî tê zanîn 21ê sibatê weke Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê di 17'ê Mijdara 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve hat îlankirin. Ev roj di rastiya xwe de Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ye. Roja Tevgera Zimanê Dayîkê ye. Ev roj salvegera kuştina xwendekarên zanîngeha Bangladeşê ku ji bo Tevgera Zimanê Bengalî têkoşîyane û ji aliyê dewleta Bangladeşê hatine qetilkirin e. Ji wê salê heta niha li sersanserê cîhanê her sal ev roj bi berxwedaneke heybet tê pîrozkirin.   2 hezar û 500 ziman di bin xeteriya windabûnê de ne   Li gorî daneyên UNESCO'yê li cîhanê 2 hezar û 500 ziman di bin xeteriya windabûnê de ne. Ger di nava sed salan de zarokek nemîne ku zimanê dayîka xwe biaxive, ew ziman di xeteriyêke mezin de ye, eger zarokek bi zimanê zikmakî ya dayîka xwe neaxive, ew ziman mirî tê hesibandin. Ji ber vê xeteriyê ye ku dibêjin “Her Ziman Cîhanek e”. Di vir de mebesta UNESCO'yê parastin, pêşxistin û pêşdebirina hemû zimanan misoger bike û derfetên zindîbûna wan ava bike. Lê mixabin di roja îro de jî gelek ziman xeteriyê de ne, bêstatu ne û pêşeroja wan nedîyar e; di bin xeteriya pişaftin, helandin û jiholêrabûnê de ne. Yek ji zamanên ku di xeteriyê de ye jî zimanê kurdî ye ku bi milyonan kurd pê diaxivin û dijîn.   Zimanê Kurdî di rêjeya 8'emîn a Cîhanê de ye   Li gor daneyên UNESCOyê ya sala 2023'an zimanê kurdî ji aliyê dewlemendî, têgînên ilmî û felsefîk ve di nava hemû zimanên cîhanê rêjeya 8'emîn de cihê xwe digire. Lê mixabin awayê ku ji Rojava û ta Şengalê pergala konfederal a kurdan heye û bi zimanê kurdî perwerdehîya xwe pêk tînin, li Bakûr, Başûr, Rojhilat û ta Ewropayê bi hezara sazî û dezgehên zimanê kurdî ji gelek aliyan ve xebatan dimeşînin jî, hê statuya pewerdehîya zimanê kurdî nehatiye pejiradin.    Dijberê wê tecrîdeke hovane ya jenosîtî li ser ziman û çand kurdî û axa Kurdistanê pêk tê. Bêguman ev di encama polîtîkayên tecrîda giran li Îmraliyê tê meşandine. Her ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dibe, di zimanê dayîkê ya kurdî jî, di serî de li zindanan hemû qadên jîyanê de tê qedexekirin û tecrîd kirin, taybetî jî li ser jinan, ciwanan û zarokên kurdan bi gelek rêbazên û arguman polîtîkayên şerê taybet ên pişaftina derrewşitî û derwijdanî tê meşandin. Ji zindanan ta dibistanan, ji dadgehan ta hemû saziyên hişmendiya dewletamêrane ya zayendîperestî, nijatperestî ya yekzimanî, ji medyaya nijadperest ta qadên bêjayî û hewayî yên dewletê zimanê kurd tê qedexekirin û tecrîdkirin. Mînaka dayîka Makbûle Ozer a 80 salî ku ATKê bi hinceta wergervanê zimanê kurdî tune, guh neda çîroka wê rewşa wê ya hiqûqî nenirxand û ew cezakirin, ji ber nebûna wergervanê bi zimanê kurdî dayîka ku vê hefteyê bi saetan li Balafirgeha li Stenbolê dimîne rûyê polîtîkayên rejîma Tirkîyeyê ya herî şênber e.    Li Azadiya zimanê xwe xwedî derkevin   Em weke TJA’yê, ji ber van sedeman dibêjin, azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azadîya zimanê dayîkê ye, azadiya ziman, çand û axa kurdistanê ye. Di vê wateyê de em di serî de bang li jinên kurd û civaka Kurdistanê dikin ku li azadîya zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, bi zimanê xwe bijîn, têbikoşin û azadîya zimanê xwe biparêzin. Zimanê me jîyana me ye, zimanê me rûmeta me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. Werin em bi hev re ziman û çanda xwe ya rewiştî û polîtîk a bedewîn û zindîwer bikin bexçeyê jinwar û jînwerên azadîyê. Em vê baweriyê  Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê di serî de li jinan, gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Divê zimanê kurdî bibe Zimanê fermî yê perwerdehîyê."   Daxuyanî bi dirûşmên, "Zimanê me nasnameya ne ye", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jîyan nabe" û "Jin jin jiyan azadî" hat bidawîkirin.