Nobeta Edaletê ya Amedê: Zimanê me rûmeta me ye 2024-02-21 14:35:40     AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 77'emîn de dewam dike.    Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kir di roja 77'emîn de dewam dike. Nobetê li rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê dewam kir.    ‘Em wekî kurd hatin cîhanê’   Çalakvanên Nobeta Edaletê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got:"Zimanê me rûmeta me ye, heta zimanê dayikê tune be jiyanek jî wê ne pêkan be. Em wekî kurd hatin cîhanê, em dixwazin qedexeyên li ser zimanê me rabe û em dixwazin zimanê bi awayekî fermî biaxivin."