Li Efrînê di 2 mehan de 4 kes hatin qetilkirin û 94 kes jî hatin revandin 2024-02-21 12:08:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji destpêka salê vir ve li Efrîn a dagirkirî 2 jê jin 4 kes qetil kirin û 94 kes jî revandin.   Komên girêdayî dewleta tirk li kantona Efrîna ku di sala 2018’an de dagir kir, sûcên qetilkirin û revandinê berdewam dike. Ji destpêka îsal heta 20'ê Sibatê 4 welatî hatin qetilkirin û 94 welatiyên din hatin revandin.   Meha Çileyê 2 jin hat qetilkirin, 15 jin hatin revandin   Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta tirk û komên girêdayî wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin. Her wiha li gorî rêxistinê, dewleta tirk û komên girêdayî wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin.   Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20'ê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê belav kir. Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.