Namzeta ciwan a DEM Partiyê: Em ê Cizîrê bikin bajarê jinan! 2024-02-21 09:02:31       Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta hevşaerdariya Cizîrê ya DEM Partiyê, Guler Tunç da zanîn ku wê Cizîrê ku di salên 90’î de Berîvanan  ji nûve ava kiribûn, bikin bajarê jinan û got: “Li dijî qirkirina xwezayê ya destilatdariyê bi kampanyaya ‘her malek darek e’ Cizîrê veguherin qada şîn.”   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma. Namzetên hemû partiyan diyar bûn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wek partiyên din ên siyasî, li şûna ji navendê namzetan hilbijêrin bi dengên gel namzetên xwe diyar kirin. Îdiaya herî mezin ev e ku şaredariyan ji nûve radestê gel bikin.   Li Cizîr a Şirnexê di 16’ê Çile de dengdayîna gel pêk hat û Guler Tunç hat hilbijartin. Gulerê di dema qedexeyên Cizîrê  kurê xwe Bêkes anî dinê û wisa tê nasîn. Guler tenê bi naskirina dayika Bêkes namîne demekê hevserokatiyê dike û piştre aktîvîstiya TJA’yê dike. Guler hem dibe dengê jinan hem jî li dijî komkujiyên li gelê Cizîrê rewa tê dîtin sekna xwe nîşan dide.   Guler Tunç der barê pirsgirêk û projeyên xwe de axivî.   Şîna xwe veguhert berxwedanê   Gulerê da zanîn ku di 2016’an de piştî îlankirina rêveberiyên xweser û komkujiya di bodrumên Cizîrê de hatin jiyîn, wek jinek ciwan wek dayikekê li şûna şînê bigire li dijî komkujiyan têkoşîn daye û têkoşîna xwe di qada siyasetê de meşandiye. Gulerê anî ziman ku heta 2021’ê hevserokatiya Cizîrê kiriye, piştî vê du salan aktîvîstiya TJA’yê kiriye. Gulerê wiha domand: “Di dengdayîna gel de gelê me ez hêjayê vê peywirê dîtim. Dema Cizîr tê gotin barekî giran dikeve ser milan. Navê wê jî giran e. Cizîr keleha berxwedanê ye. Ji salên 90’î heta niha şahidiya berxwedan û komkujiyan kiriye û tu carê serî netewandiye. Em jî wek ciwanên vê axê têkoşîna xwe dimeşînin. Dilê Kurdistanê li Cizîrê davêje. Em jin çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê bi rêxistinbûna ciwanan jiyanê ji nûve ava bikin.”   ‘Em ê şaredariyan ji nûve bigirin’   Gulerê destnîşan kir ku bi salan e bi qeyûman îradeya gel tê xespkirin û wiha bi lêv kir: “Tişta ku qeyûm dike ne tenê xespkirina şaredariyê ye. Qeyûman qada jiyana jinan, ciwanan û zarokan bi giştî tune kiriye. Dixwazin gel bê alternatîf bihêlin. Ji roja qeyûm hatine tenê texrîbat hatine kirin. Di serddanan de esnaf dibêjin ‘hûn şaredariyek normal nagirin’. Belê em dizanin. Dema qeyûm tên bi xwe re polîtîkayên şer, rantê jî dikin jiyanê. Yekane xizmeta qeyûmê tayînê Cizîrê bû daliqandina posterên Erdogan e. Her wiha şerekî psîkolojîk jî meşand. Hemû qadê jinan, ciwanan dizîn. Hemû qadên jinan jê alîkarî digirt, girtin. Di 2014’an de li Cizîrê Sitiya Zîn hat avakirin. Di vê qadê de ji bo jinan atolye hebûn. Lê qeyûm çawa hatin girtin. Îdiaya me ev e ku em şaredariyên zîhniyeta serdest a mêr lê bicih kirine şûnde bigirin û bibin xwedî nûneriya wekhev.”   ‘Em ê bikin navçeya jinan’   Gulerê nirxandina xwe bi projeyên xwe domand: “Gelek projeyên me hene. Ewil em ê navendên şêwirmendiyê bikin jiyanê. Em ê bazarên keda jinê vebikin. Em ê parqên aydê jinan ava bikin. Li Cizîrê 17 taxên me hene. Li van taxan ji bo jinên ciwan ji çanda xwe dûr nekevin em ê qadên çandî vebikin. Em ê ji bo jinan stargehan vebikin. Em ê mêvanxaneyan ava bikin. Jin wê li van stargehan wek ku li malên xwe bin rehet bikin. Em ê perwerdehiyên hişmendiya zayenda civakî pêk bînin. Em ê ji bo têkoşîna li diji hişbirê AMETEM ava bikin. Em ê pirsgirêkê binesaziya navçeyê çareser bikin. Cizîr di salên 90’î de bi Berîvanan ji nûve hat avakirin.  Îdiaya me jî ev e ku em navçeyê ji nûve bikin navçeya jinan.”    Li dijî qirkirina xwezayê kampanya ‘her malek darek e’    Gulerê anî ziman ku li dijî qirkirina xwezayê jî projeyan amade dikin û bi lêv kir ku 4 sal in li Cudî û Gabarê qirkirina daran didomin û got: “Ger ku şansa ekolojîstan hebûna biçûna Cudî û Gabarê wê ev qirkirin ji cîhanê re vegotibana. Li Cizîrê qadên kes pir kêm in. Havînan mirov ji germê nikarin bijîn. Ji ber vê hedefa me ev e ku bi kampanya ‘her malek darek’ Cizîrê veguherînin qada şîn. Divê li dijî qirkirina xwezayê torek têkoşînê ya mezin bê avakirin.”   ‘Em ê bi rengên xwe ava bikin’   Gulerê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê dîwar û barîkatên li ber şaredariyê hatine danîn rabikin. Gelê me dizanin kesên di wan avahiyan de ne îradeya wan e. Gel ji ber îradeya wan hatiye xespkirin naçin şaredariyê. Biçin jî dizanin ku bersiva wan nayê dayîn.  Em ê şaredariya ku li reş pêçane ji nûve û bi rengên xwe ava bikin.”