Li Wanê ji bo zimanê zikmakî meş hat lidarxistin 2024-02-20 14:50:40     WAN - ARSÎSA, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê xebatên xwe dimeşînin, bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li navenda bajêr meşek li dar xistin.   Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hûnerê (ARSÎSA), partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê li navenda bajêr meşek li dar xistin. Gelek kes li ber avahiya navçeya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê li hev civiyan û xwestin li navenda bajêr belavokên li ser roja zimanê dayikê belav bikin. Piştî polîsan destûr neda, girse ber bi navenda bajêr ve meşiya. Girse di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” berz kirin û stran gotin. Meş li ber avahiya navenda DEM Partiyê bi dawî bû.   ‘Ev şerma desthilatdariyê ye’   Li vir Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî. Heval, wiha axivî: “Em wek DEM Partî û saziyên sivîl gelek bername amade kiribû. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî destûr nehat dayîn ku em îro belavok belav bikin. Ev şerma desthilatdariyê ye. Em vê qedexeyê şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin; werin em li kuçe, li mal, li taxan bi zimanê xwe biaxivin, hîn bibin û biaxivin. Em dixwazin kurdî  bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Ziman Jiyan Nabe” bi dawî bû.