Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan 2024-02-20 14:00:15       NAVENDA NÛÇEYAN - Li kolan, tax û navenda Qamişloyê kampanyaya komkirina îmzeyan dewam dike. Welatiyekî got “Em qet dest ji Rêber Apo bernadin.” Hemleya komkirina îmzeyan li kantona Şehbayê li navçeya Fafînê û Kampa Serdem di roja sêyemîn de dewam dike. Li navçeya Til Temirê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja duyemîn de didome.   Piştî ku Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 9'ê Sibatê de, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kampanyaya komkirina îmzeyan ragihand, şêniyên Qamişloyê heman rojê dest bi kampanyayê kir.   Îro komîteya komkirina îmzeyan bi rêya komînan li tax û kolanên Qamişloyê geriya, her wiha li navenda bajêr jî maseya îmzekirinê danîn. Şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin.   Welatiyê ji pêkhateya Ereb Ebdullah El Ceqceq ji bo banga azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan îmzeya xwe da û got: “Ji ber hezkirina xwe jê re hatime, ji bo me bav, bira û hevalek e. Em qet dest jê bernadin, me di projeya bi fikra Rêber Apo de cihê xwe wekî gel dît.”   Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê wan îmzeyan ji saziyên Yekitiya Ewropayê re bişîne.   Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê berdewam dike.   Şehba   Hemleya komkirina îmzeyan li kantona Şehbayê li navçeya Fafînê û Kampa Serdem di roja sêyemîn de dewam dike.   Şêniya bi navê Ewaş Omar ê ji Efrînê ku îmzeya xwe daye, got: "Ji bo Rêberê me çi were xwestin em amade ne."   Her wiha şêniyê ji Şehbayê yê bi navê Mihemed Mihemed jî wiha got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê îmzeyên xwe didin û bila tevahî gel jî bide.”   Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome   Li navçeya Til Temirê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja duyemîn de didome.   Di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku di 9’ê Sibatê de dest pê kir, li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê komkirina îmzeyan di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.   Îro komîteyên Înîsiyatîfa Gel li taxên başûrê navçeyê û gundê Til Nesrî yê Asûriyan ê başûrê navçeyê dest bi komkirina îmzeyan kir.   Têkildarî xebatên komîteyên komkirina îmzeyan, berdevkê Înîsiyatîfa Gel a navçeya Til Temirê Mihemed Nûrî El Ehmed ev agahî dan ANHA’yê: “11 komîteyên li komînan hatine belavkirin ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmzeyan kom dikin.”   El Ehmed diyar kir ku armanca kampanyayê ew e ku îmze ji Konseya Ewropayê werin şandin da ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.   El Ehmed da zanîn ku ev kampanyaya însiyatîfeke gel a hemû pêkhateyan e û got gelên herêmê azadiya Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin. El Ehmed diyar kir ku li Til Temirê dê komkirina îmzeyan heta dawiya meha Adara bidome û nêzî 50 hezar îmze dê werin komkirin.