Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist 2024-02-19 21:24:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşeojê ya kantona Minbicê paneleke diyalogê bi dirûşma “Bi rûniştandina fikrê neteweya demokratîk em ê komployan têk bibin û dagirkeriyê li Sûriyeyê bi dawî bikin” li dar xist.   Panel li hola Partiya Sûriya Pêşerojê li dar ket. Endamên partiyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinên Sûriyeyî, Komîteya Jinan û jinên Minbicê beşdari panelê bûn.   ‘Li hember van kiryaran jî rêxistinên mafên mirovan bêdeng mane’   Di serî de cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Buseyne El Hesen got: "Ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên bi pergala hevseroketiyê ve, jin tê de bi rêjeya ji sedî 50 cih digirin.Bajarên bakurê Sûriyeyê bi taybetî Efrîn wargeha hemû pêkhateyan bû, lê belê kiryarên komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li wir kiryarên hovane, derexlaqî û derqanûnî li dijî gel û jinên herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê pêk tîne. Li hember van kiryaran jî rêxistinên mafên mirovan bêdeng mane."   Buseyne di dawiya axaftina xwe de got: "Fikrê neteweya demokratîk hişt jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiya hemû qadan bikin. Lê belê ev azadî bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nabe."   ‘Fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya me ye’   Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asye Hisên jî wiha axivî: "Armanc ji hedefgirtina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êdî ji bo hemiyan diyar e. Ji ber ku ev herêm fikrê neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê pêk anî. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya me ye. Pêwîst e hemû jinên cîhanê li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."   Panel bi nîqaşan berdewam kir.