Nobetên Edaletê li navçeyên Îzmîrê belav dibin 2024-02-19 20:30:42   ÎZMÎR - Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve tê meşandin wê ji niha û pê de şeş rojên hefteyê li du navçeyên cuda bê girtin.    Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hat destpêkirin dewam dike. Nobeta Edaletê di roja 22'yemîn de dewam kir. Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve tê meşandin wê ji niha û pê de şeş rojên hefteyê li du navçeyên cuda bê girtin. Îro gelek kes tevli Nobetên Edaletê yên li Konak û Menemenê hatin girtin, bûn.    Konak   Xizmên girtiyan li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çimentepe ya navçeya Konakê dewam kir. Gelek kes tevli nobetê bûn. Li vir tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.     Menemen   Nobeta Edaletê li avahiya DEM Partiyê ya Menemenê dewam kir û gelek kes tevli nobetê bûn. Zeri Candemir li vir diyar kir ku dayik ji bo zarokên xwe yên di grevê de ne li vir û got em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pişta zarokên xwe bin.    Çalakiya nobetê bi serdanan dewam kir.