Ji Nobeda Edaletê peyama 'Em ê bi berxwedanê bi ser kevin' 2024-02-19 16:22:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê li Êlih, Edene û Mêrsîne bi dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" berdewam kir. Di çalakiyê de çalavkanan diyar kir ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.   Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.  Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin.    Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.   Êlih    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin didome. kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di nobedê de dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hat berzkirin.    Edene    Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 78 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. Îro Dayikên Aştiyê û rêveberên Partiya DEM Partî ya bajêr serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat ziman.   Mêrsîn    Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya komeleyê didome ket roja xwe ya 78’an.    Rêveberên komeleyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.    Çalakvana nobedê Meryem Erbey her wiha endama Dayikên Aştiyê, di nobedê de axivî û got: "Ji bo azadiya Abdullah Ocalan nobed dane destpêkirin. Dê nobeda xwe bidomînin. Heta ku edalet û demokrasî bê vî welatî dê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan di cihekî girîng de ye. Heta ku kurd azad nebin tirk jî azad nabin. Dema Serokatî azad bû dê hemû gel jî azad bibin."